Recep Tayyip Erdoğan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Recep Tayyip Erdoğan
Erdogan di Tebaxa 2022an de
12em Serokkomarê Tirkiyeyê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
28ê tebaxa 2014an
SerokwezîrAhmet Davutoğlu (2014-2016)
Binali Yıldırım (2016-2018)
CîgirserokFuat Oktay (2018-2023)
Cevdet Yılmaz (2023-heta îro)
BerêAbdullah Gül
Serokwezîrê Tirkiyeyê
Wezîfedarî
14ê nîsana 2003an – 28ê tebaxa 2014an
SerokdewletAhmet Necdet Sezer
Abdullah Gül
Cîgirên
serokwezîrê
Kabineya II
(2007–2011)
Kabineya III
(2011–2014)
BerêAbdullah Gül
PaşêAhmet Davutoğlu
Serokê Partiya Dadwerî û Werarê
Niha wezîfedar e
Dest bi kar kir
21ê gulana 2017an
BerêBinali Yıldırım
Wezîfedarî
14ê tebaxa 2001ê – 27ê tebaxa 2014an
BerêMeqam hat sazkirin
PaşêAhmet Davutoğlu
Parlementerê Meclîsa Mezin ya Neteweyî
Wezîfedarî
9ê nîsana 2003an – 28ê tebaxa 2014an
Herêma
hilbijartinê
Sêrt (2003)
Stembol (2007, 2011)
Şaredarê Stembolê
Wezîfedarî
27ê adara 1994an – 6ê çiriya paşîn a 1998an
BerêNurettin Sözen
PaşêAli Müfit Gürtuna
Jînenîgarî
Jidayikbûn26ê sibata 1954an(1954-02-26) (70 salî)
Kasımpaşa, Stembol, Tirkiye
Partiya siyasîPartiya Dadwerî û Werarê (2001–2014; 2017–heta îro)
Partiyên siyasî
yên din
Hevjîn
(z. 1978)
Zarok
CîwarSeraya Serokkomariyê, Ankara
PerwerdeZanîngeha Marmarayê[çavkanî hewce ye]
MalperMalpera hikûmetê
Şanenav
biguhêreBelge

Recep Tayyip Erdoğan (jdb. 26ê sibata 1954an, Kasımpaşa, Stembol), siyasetmedarekî tirk (AKP) e û ji 28ê tebaxa 2014an ve donzdehemîn serokkomarê Tirkiyê ye. Damezrênerê AKP (Adalet ve Kalkinma Partisi - Partiya dadmendî û bipêşketinê) ye. Wî bi salan serokatiya şaredariya Stembolê kiriye. Di nava partiyên Necmettin Erbakan de dest bi polîtîkayê kiriye. Ango siyaseta tirk-îslamê dike[çavkanî hewce ye].

Li Rizeyê zarokatiya xwe boriye. Bingeha malbata wî ne tirk e. Dibistana amadeyî di dibistana nîv-olî de diqedîne. Piştre Zanîngeha Marmarayê de beşa zanînên aborî û bazirganiyê diqedîne. Di yaneyên amatorî de 16 salî futbolê dileyîze[çavkanî hewce ye].

Ji ber axaftinek xwe tê darizandin û bi qasî 5 mangî di zîndanê de dimîne. Hêdî hêdî riya wî ji Erbakan diqete û di nava tradîsyona partiyên tirk-îslamê de riyeke nû vedike. Ew dixwaze îdeolojiya tirk-îslamê bi lîberalîzmê ve girê bide. Ev siyaset wî û partiya wî a nû bipêşdixe.

Di hilbijartinên 3ê çiriya paşîn a 2002an de bi ser dikeve û bi dengdaneke mezin tê ser desthilatdariyê. Serî de dixwaze hin gavan bavêje, lê pirsgirêka Kurdistanê zû rengê wî jî nîşandide. Herçendî di axaftineke xwe ya li Amedê bo çareseriya pirsgirêka kurd hin sozan dide jî, liser pêkutiyên artêşê ji mêj şûn ve gavan davêje. Heta bigire ji artêşê bêhtir gotinên li dijî Kurdan bilêvdike.

Gotinên Erdoğan ên derbarê kurdan de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyaseta wî ya nû ji aliyê YE û DYAyê ve tê pesindan. Ev yeka han dibe sedem ku li dijî artêşê hinde qîmeta wî bilind be. Artêş li dijî Erdoğan nerazîbûnên xwe tîne zimên. Çepgîr û rastgîrên tirkan li dijî wî û partiya wî têdikoşin û wî wekî "kesê ku li dijî berjewendiyên dîrokî yên neteweyî" destnîşan dikin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Recep Tayyip Erdoğan de hene