Reco

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Bajarokê Reco (yekcaran jî Rajo, Recê, Raju, Radjou; bi erebîبلدةراجو, مركز ناحية راجو) li ser girekî zinarî û hewreyî ye di orta bilindiya Baylan (Balyan) de li Çiyayê Hawarê, beşekî bilind e ji Çiyayên Kurmanc (Kurdaxê) ye, û bi qasî 585 meteran bi ser asteya deriyayê ve dikeve; ferehiya devera Raco (yanê bajarok bi 65 gund û baxçe yan Laylan/Baylanên derdorê wê ve) bi qasî 352 kilometrên ciwarkuşe ye. Li Raco di roja şemiyê ji pir zû de de bazarekî mezin çêdibe, şêniyên gundên derdora wê dihên wir, kirîn û firotanan, yanê karên bazariyên xwe li wê derê dikin. Hejmara niştîvanên Raco berve 4.000 kesan ve diçe. Di Rajo re ji sala 1912 rêza tirêna Berlîn-Baxdadê derbaz dibe. Gundên bi nizîkî li dor Raco ev in: Hac Xalîl, Atmana, Mosaka, Muskan (yan Mûskê), Memalan, Hopkan û Banîkan.

Girêdanên derve[biguherîne]

36°40′01″Bk 36°40′01″Rh / 36.667°Bk 36.667°Rh / 36.667; 36.667