Rizaliyê Reşîd

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Rizaliyê Reşîd (z. 1929, li Tiblîsê, Gurcistan) helbestvan, nivîskar û çîroknivîsekî kurd e.

Rizaliyê Reşîd di sala 1929an de li paytextê Gurcistanê Tiblîsê hatiye dinyayê. Dema çar salî bû bi diya xwe re çûye Ermenistanê, gundê Kurekendê (niha Fêrîk) cem apê xwe. Rizalî li gundê xwe yê teze dest bi dibistanê dike. Du salên pêşin xwendin bi zimanê kurdî bû. Dû re di sala 1938-1939an de xwendina kurdî ji dibistanan tê hildan. Di dibistanên gundê kurdan de xwendin dibe bi zimanê ermenî. Loma careke din ji koma yekê dest pê dike. Piştî xwendina pêşin û navîn dest bi koleja mamostetiyê dike. Piştî xwendina kolejê dikeve Enstîtuya pedegojiyê, beşê dîrokê dixwîne û dibe mamoste. Di navbera salên 1956–1993an de her li gundê xwe mamostetiya zimanê kurdî dike. Ji sala 1962an heta 1993an midurê dibistanê bûye.

Pedagog, dersdar Rizaliyê Reşîd di eynî wextê da şair û nivîskarekî berhemdar bû. Kitêba wî ya yekem Ber bi tavê di sala 1964a de li Rewanê çap bû. Du berhemên wî yên din jî Xem û xeyal (1982) û Heyr û guman (1989) wek kitêb ronahî dîtine. Ji bilî van kitêban gelek berhemên wî wek helbest û çîrok di gelek rojname û kovaran de ronahî dîtine. Herweha ji sala 1955an heta vê dema dawî bi sedan gotar û helbestên wî di rojnameya Riya Teze de çap bûne. Niha gelek helbest û kurteçîrokên wî yên neçapkirî ji bo çapê amade ne.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1964: Ber bi tavê
  • 1982: Xem û xeyal
  • 1989: Heyr û guman