Robert C. Richardson
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Robert Coleman Richardson (* 26'ê pûşperê 1937 li Washington D.C.), fîzîknasekî DYAyî ye. Sala 1996'î bi tevî David M. Lee û Douglas D. Osheroff Xelata Nobel a fîzîkê wergirtiye.
Jiyan [biguherîne]
Perwerdeya xwe di sala 1966'î li Virginia Polytechnic Institute û zanîngeha Duke bidawî dike. Sala 1975'î wekî profesorê fîzîkê li zanîngeha Cornell dest bi xebatê dike. Ji sala 1990'î gerînendetiya laboratûarên bo lêkolînên atom û fîzîka parçeyan dike, dike.
Xebat û girîngî [biguherîne]
Di herikbarên supraflûîd de, atom taybetiya tevgerên xwe winda dikin. Richardson jî yek ji wan kesan e ku bi lêkolînên xwe yên li ser Helyûm-3 ên di germahiyên ekstrem de keşfên nû kirine.