Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê hat beralîkirin)
Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî
  • Roja cîhanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dema avabûnê
  • 2000 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malper
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî pîrozbahiyeke salane ya cîhanî ye ku her sal di 21ê sibatê de ji bo pêşxistina hişmendiya li ser cihêrengiya zimanî û çandî û ji bo pêşxistina pirzimanîbûnê tê lidarxistin. Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî yekem car ji aliyê UNESCOyê ve di 17 mijdara 1999an de hatiye ragihandin ku ev roj bi fermî ji hêla Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve bi pejirandina biryara Neteweyên Yekbûyî ya sala 2002an de hatiye pejirandin.

Roja zimanê zikmakî beşeke ji destpêşxeriya berfirehtir "ji bo pêşvebirina parastin û mihafizekirina hemû zimanên ku ji aliyê gelên cîhanê ve tên bikaranîn" ku ji aliyê Civaka Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di 16ê gulana sala 2007an de di biryara 61/266 ya Neteweyên Yekbûyî de hatiye pejirandin ku di sala 2008an de weke Sala Zimanan a Navneteweyî hatiye destnîşankirin. Fikrê pîrozkirina Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî bi hewlên Bengladeşê derketiye holê.

Ev roj her sal li seranserê cîhanê bi çalakiyên pirrengî tê pîrozkirin. Armancên vê rojê ev in:

  • Balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê zikmakî.
  • Bilindkirina têgihiştinan ji bo civakeke pirçandî.
  • Bilindkirina toleransan li hember mirovên cihêreng.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dema ku UNESCO li ser pirsa dîyarkirina rojê di nav lêgerînê de bû, bengladeşiyan 21ê sibatê pêşnîyar kir.

Di 21ê sibata 1952an de, di xwepêşandaneke ji bo fermîbûna zimanê zikmakî de polîs 11 kes kuştin. Loma bengladeşî 21ê sibatê wek roja şehîdên zimanê xwe bi bîr tînin.

Bengladeş heta sala 1971ê mêtingeha Pakistanê bû. Hema hema hemî bengladeşî bi bengalî dipeyivîn, lê dîsa jî zimanê wan ê fermî zimanê Pakistanê, urdû, bû. Bengladeşî ji vê yekê ne razî bûn. Nerazîbûna xwe bi çalakiyên têvel diyar dikirin.

Di 21ê sibata 1952ê de, ji bo ku zimanê bengalî jî li gel zimanê Pakistanê yê fermî, urdû, bibe zimanê fermî, xwendekaran xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Polîs êrîş bir ser xwepêşandaran û 11 kes kuştin. Lê Bengladeşiyan têkoşîna xwe ya ji bo fermîbûna zimanê xwe yê zikmakî domandin.

Hikûmeta Pakistanê neçar ma ku di 1956an de urdû û bengalî bi hev re li Pakistanê bike zimanên fermî. 21ê sibatê di têkoşîna ji bo bikaranîna mafê zimanê zikmakî qonaxeke girîng e. Lewma UNESCOyê ev roj pejirand.

Di van salên dawî de kurd jî vê rojê pîroz dikin û balê dikşînin ser mafê kurdan ê perwerdeya zimanê zikmakî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]