Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Dayikeke kurd li Wanê (1973)
Roja dayikê, rojek e ku tê de dayik tê pîrozkirin û birûmetkirin. Ev roj, di cihanê de û cih bi cih jî tê pîrozkirin û dayik di wê rojê de tê birûmetkirin. Di sedsala me de, bi taybetî, weke rojeke dayikê hatiye binavkirin. Di nava kurdan de, ku mirov li dîroka wan dinerê, mirov dibîne ku qadrek ji dayikê re hatiye dayîn. Rêz û hûrmet li dayîkê bi gotinî û bibinxatkirin hatiye ser ziman.
Di dîrokê de li ser axa Kurdistanê, çanda Îştar hatiya afirandin[çavkanî pêwîst e]. Ev çand, weke çandeka mazin ya pîroz tê ziman. Lê di sedsala me de, piştî ku kurdan statûya xwe li ser axên xwe li herêmên xwe windakirin, êdî pişt re pirsgirêkên civatê û zayandî jî bi bi pirsgirêka wan ya neteweyî re xwe dan rû.
Dayik, weke rûmete jiyane ye. Ew hertimî jî, bi wî rengî hatiye dîtin. Ew, dayîka jiyanê ye.
Di roja me de, ev roj bûya rojeka bo tekoşîna zayandî ya jinê jî ku têde doza azadî û wekheviya xwe ya di nav civate xwe de dike. Rojên dayikê ku li gor welatan tê ser ziman bi vî rengî mirov karê wê bêne ser ziman.
Li gorî welatan roja dayikê ku di wê de dayik tê birûmetkirin [biguherîne]
| Yekşema duyem a meha sibatê |
Norwêc |
| 2ê sibatê |
Yewnanistan |
| 3ê adarê |
Gurcistan |
| 8ê adarê |
Albanya, Bosniya û Herzegovîna, Bulgaristan, Makedonya, Romanya, Serbistan, Montenegro |
| Yekşema çarem di rojîgirtinê de |
Komara Îrlendayê, Îngilistan |
| 21ê adarê |
Kurdistan, Misir, Urdun, Libnan, Sûrî |
| 25ê adarê |
Slovenya |
| Yekşema pêşîn a meha gulanê |
Lîtvanya, Portugal, Spanya, Macaristan |
| 8ê gulanê |
Koreya Başûr (Roja ji dayikbûnê ya dê û bav) |
| 10ê gulanê |
Amerîkaya Başûr, Bahreyn, Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, Hindistan, Malayzîya, Meksîko, Oman, Pakistan, Qatar, Erebistana Siyûdî |
| Yekşema duyem a meha gulanê |
Australia, Belgiya, Brazîl, Kanada, Şîlî, Danîmarka, Filîpîn, Fînlenda, Hong Kong, Îslenda, Îtalya, Japon, Çîn, Kroatya, Letonya, Malayzîya, Malta, Holenda, Zêlendaya Nû, Perû, Singapûr, Slovakya, Swîsre, Afrîkaya Başûr, Taywan, Komara Çekî, Tirkiye, Almanya, DYA, Awistriya |
| 26ê gulanê |
Polenda |
| 27ê gulanê |
Bolîvya |
| Yekşema dawî ya meha gulanê |
Komara Domînîk, Swêd |
| Yekşema pêşîn a meha pûşperê an jî şemiya dawî ya meha gulanê |
Fransa |
| 12ê tebaxê |
Taylenda (Banû Sirikit Kitiyakaras roja wê ya ji dayîkbûn) |
| 15ê tebaxê |
Antwerpen (Belgiya), Kosta Rîka |
| Yekşema duyem an jî ya sêyem a meha kewçerê |
Arjentîn (Día de la Madre) |
| Yekşema pêşîn a sermawezê |
Rûsya |
| 8ê berfanbarê |
Panama |
| 22ê berfanbarê |
Endonezya |