Rojan Hazim

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Rojan Hazım hat beralîkirin)
Rojan Hazim
Jidayikbûn1956 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Rojan Hazim ji Hekariya gundê Elkê ye nêzîkî 25 salan e ko dem bi dem, di rojname û kovarên cuda yên kurdî de dinivîse. Baskê nivîskariya wî fireh e: Hem li ser pirs û pirsgirêkên rewşa welat ya polîtîk bi giştî, hem jî li ser dîsa bi giştî ziman, edebiyat, folklor û çanda kurdî lêkolîn, analîz û komentaran dinivîse. Li milê dî çîrok û novelan jî dinivîse. Helbet carna ji edebiyata cîhanê jî wergeran dike.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamê grûba KURMANCÎ ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye. Paralelî nivîskariya xwe, rojnamevaniyê jî dike.

Sala 1989an Weşanxaneya Xanî & Bateyî damezrandiye û heta niha jî edîtoriya wê dike. Ji beriya 1980ê heta niha gelek nivîs, nûçe û wergêrên wî bi navên cuda, di kovar û rojnameyên mîna Nûdem, Huner, Özgür Politika, Ek Politika, 2000´de Yeni Gündem û Hîwa de hatine weşandin. Ji 1980ê heta 1991ê jî redaktoriya rojname û kovarên Roja Gel, Bingeh û Hêza Welatparêz kiriye. Herweha ji 1989an heta niha jî, lêkolîneriya rojnameya KURMANCÎ dike.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xebatên wî yên ko heta niha di nav weşanên »Weşanxaneya Xanî & Bateyî« û weşanxaneyên dî de hatine weşandin jî ev in:

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]