Roman (gel)

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Ala neteweyî ya Romanan
Romanên Spanyayê 1917

Roman, bi zimanê romanî: rom (yekhejmar); roma (pirhejmar), navê berekê ji Hindistanê derketine û li cîhanê belavbûne ye.

Li Kurdistanê gelek binavkirinên wan hene:

Lê roman xwe pirranî bi navê Roman binavdikin û li ser jiderketina wan a ji welêt gelek teorî hene. Gorî hinekan ew ji berên başûrê Hindistanê ne berê zimanên Aryanan nediaxivîn, paşê heliyane. Dema ola Îslamê li Hindistanê belav dibe ji ber ku wan di kasta herî nizm de dijiyan rastî tevkujiyan hatin û reviyan. Hinek jî dibêjin wan jî wekî berên tirk-mongolan ji ber sedemên jiyanê welatê xwe terikîne.

Li Kurdistanê gelek deveran ji wan re "Tirk" jî tê gotin. Dibe ku ev ji ber hatina tirkan ya ji rojhilatê derketiye û kê ji rojhilatê hatibin mezinên kurdan gotine tirk. Cara pêşîn di destpêka 1500´î de li rojavayê Ewropa di qeydên dîrokî de navê wan derbasbûye. Tê texmînkirin ku romanan di destpêka 1000´î destbi koçberiyê kirine. Herçendî roman êdî ne ewçend wekî berê koçber bin jî wisa tên zanîn.

Roman li kîjan welatî bijîn, pirranî zimanê wê welatî diaxivin lê dîsa jî dab û nêrîtên xwe, cejnên xwe û hinde jî zimanê xwe parastine. Zimanê romanan ango romanî ji malbata zimanên hind û ewropî ye.

Mixabin ev gelê aştîxwaz û rengerengîn li tevahiya cîhanê di bin pêkutî û zilmê de ne. Bi zimanê wan perwerde nîne û civakên romanan di xizanî, bêperwerdeyî û dafika sûcan de dijî. Ji ber ku welateke wan êdî nîne, zehmetiyên herî mezin dikişînin. Di Şerê cîhanî yê duyem de li Almanyayê bi tevî cihûyan hatin tunekirin. Îro li Tirkiyeyê bi hezaran roman bêî nasnameya neteweyî ne.

Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din