Rozarîyo
Ji Wîkîpediya
Rozarîyo (bi Spanîyolî “Rosario”), bi 1,025,000 gelhe, bajarê herî mezin yê stana Santa Fê ya Arjêntîna ye ku li perava Robarê Parana û li bakûrê rojavayê Bonos Ayrêsê çê bûye.
Rozarîyo ji ho yên firajîn, şona mezbajarkî ya giring , dapartandîyekî bajarkî yê girs , û navendekî giring yê terxan kirin re bûn, ji sedsala 19em ve heta nuha duyem bajarê herî giring yê Arjêntînayê bûye. Ji alîyê şon û gelhe jî sêyemîn bajarêgirs yê Arjêntîna ye.
Rozaryo serbajarê Dapartandîyê Rozarîyo ye û li korrê dalanê deskirdîtîyalê herî giring yê Arjêntînayê, cê digire. Şona mezbajarî ya Rozarîyo yê Mezin, ligel bajar û bajarokan û gûndên xwe, girtûperrê (derdorê) 1,350,000 gelhe yên xwe heye. Bajarê Rozarîyo ji xwe pernalgehekî hesinrêkî yê serekî ye. Her wesa nawan dikarin bi Robarê Parana ve bigihin bi bajar û Pesargehê Rozarîyo. Pirdê Rozarîyo-Vîctorîya ser Robarê Paranayê, Rozarîyo girê dide bi Vîctorîya.
Rozarîyo yek ji hindek bajarên Arjêntîna ye ku damezrêner yan darêserekî taybet ji wî re tine. Paliştvana wî bajar Deja Rosary ye ku roja gobenda wê 7ê October e. Stêrebarê 14812 ji şanazîya wê re hatîye navandin.
[biguherîne] Dîrok
Diroka navçeya ku îroj bi Rozarîyo hatîye dagîr kirin, ji sedsala 17em dest pê dike. Berwarê dirûstê damezrandin dîyar nîye. Yekem xwedîyê erd û zevî Serpol (Kapten) Luis Romero de Pineda bû, û yekem nîştmanê hêstokal ê fermal (resmî) jî bi Santiago de Montenegro, ku li sala 1751an de wesa şaredar hate hilbijartin, sereta bû.
Li 27 February 1812an de dirêşeya Arjêntîna (ala Arjêntîna) ya nû li peravên Paranayê de jibo yekem car bi destê Jeneral Manuel Belgrano hate hejandin.
Heta sala 1852an bazirganîya derekî li Rozarîyo de pawan (qedexe) bû. Belam (labelê) vê ferman li 5 Augustê 1852an de bi destê Justo Jusé de Urquiza, hemew kes ku duma daxwazeka wî Rozarîyo wesa bajar hate nas kirin, tê perrî û îbtal bû. Bi 1880an Rozarîyo bû bi yekem bazarê terxanê Arjêntînayê û li sala 1887an de jî girtûperrê 50,000 nîştecê têde dijîn. Tenanet (hetta) Rozarîyo jibo 3 caran wesa pêtextê federal hatîye nas kirin belam (lêbelê) her car vê ferman tê perrîye.
Li 1911an de hevalmenî (kompanîya) ya Fransîzî ya hesinrê ya Ferrcarril Rosario y Puerto Belgrano dêrrekî xetekî li nav Rozarîyo û Porto Bêlgrano, navendê serekîyê nawajotinî yê Arjêntînayê, damezrand.
Bi 1946an Rozarîyo ji bi hêz gihiştina Juan Perón paliştvanî kir çimku gelek ji netewel kirin (neteweyî kirin) û pere-yarî dana bi deskirdîtîyan berjewendî (menfe’et) dibir. Belam Perón li sala 1955an de ji kar û ferman hate dakendin û serokîtîya wî tê perrî. Li 1969an de karkeran û xwendewanan li şeqaman de dij bi dîktatorîtî tengezarî (protesto) nîşan da. Li serdemê dîktatorîtî, ku li 1976an de dest pê kir, sedan paleweran hatin bêserûşon kirin.
Gerçî dîktatorîtî li 1983an de cihê xwe da demokrasî belam (lêbelê) daketina aborî yek ji kelepûr (mîras) ên genij (xirab) ên dîktatorîtî ji ferwarmenî (hukumet) ya nû ya democrat re bû. Li Rozarîyoyê jî hindek şorişan ku bi tarrandin akam kir, rû dane. Li serdemê Menem de rewşa aborî genijtir (xrabtir) bû. Li 1995an de bêkarûfermanîtî gihişt 21.1% û partekî mezin ji gelê Rozarîyoyê ketin jêr dêrrê hêjarîtî. Du re, villas miseria (xanîkgerrekan) hatin firajîn.
Duma vejûjandina (baştir vekirina) aborîya netewel (aborîya netewî) ku pişt daketina 2001an re hat, rewşa aborîya Rozarîyoyê hatîye jûjan (baştir bûn).
[biguherîne] Ferwarmenî (Hukumet)
Rozarîyo bi yek Leqa Rêvebirî, bi serokîtîya Şaredar (cêgeh: Palacio de Los Leones), û yek Leqa Zagondaner, ku birîtîye ji Hencemena Hielsengêner (cêgeh: Palacio Vassallo), tê birêvebirin.
Bajar bi 6 navçeyan hatîye dapartandin (Navend, Bakûr, Bakûrê Rojava, Başûrê Rojava, û Başûr) ku her kîj jibo xwe şaredarîyek heye.
[biguherîne] Zanîngehan
[biguherîne] Bilavkirin û Medîya
[biguherîne] Balkêşîtîyan
[biguherîne] Erdnîgarî û Jêrbinarên Bajarkî
[biguherîne] Amarên Bajarkî
[biguherîne] Seqa û Tegereyên Sirûştî
[biguherîne] Ragûwastin
[biguherîne] Ragûwastina Giştî
[biguherîne] Hesinrê
[biguherîne] Ratrêyan
[biguherîne] Firokegehan
[biguherîne] Pesargeh
[biguherîne] Werzişt
[biguherîne] Çande (Kultur)
[biguherîne]
[biguherîne] Ziman
[biguherîne] Rojên Pîroz
[biguherîne] Cejnan û Gobendan
[biguherîne] Xwîşkebajaran