rr (tîp)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

rr (rêya xurt, rêya tûj) ji bo nivîsandina dengdara diranî ya herikiya lerzok a xurt [r] tê bikaranîn. Ev ne tîpeke serbixwe ye û di alfabeyê da cih nagire.

Ev karakter boyê vî dengê [r] ku di alfabeya kurdî ya erebî da bi herfa ڕ dinivîsin, tê bikaranîn.

Di alfabeya kurdî ya latînî da ev wek tîpekî tune, lê boyê nivîsandina wê niqaş heye. Gellek caran bi rr tê nivîsandin, lê di destpêka peyvekê de bi vê awayî nayê nivîsandin ji ber ku rêya destpêkê herdem xurt e.

Hinek zimannas wê mîna dengên din ên enfatîk (ḉ, ḱ, ṕ, t́) bi karaktereke cuda wek Ŕ - ŕ nivîsandinê pêşniyaz dikin. Bo mînak binihêre: alfabeyên kurdî

Girdek û hûrdek[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Tîpa girdek: RR (di destpêka peyvan de nayê bikaranîn, ji ber ku rêya destpêkê herdem xurt e).
  • Tîpa hûrdek: rr

Nimûneyên dengê rêya xurt[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Radyo, reklam, reng, reş, rind, roj, rû û hwd.
  • Pir (pirr) = gelek, ker (kerr) = guhgiran, şer (şerr), birrîn (jêkirin/ker kirin), qîrrîn û hwd.