Sênîkufte

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sênîkufte, kufteya sêniyê navê kufteyeke pêjgeha kurd e. Herwiha gelê cîran suryanî jî dizanin û dixwin. Li vir terîfeya variyanta parêzgeha Dîlokê tê dayîn.

Sênî û hevwateyên xwe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji sêniyê re berkêş, mersef, mejmexe, macme, lapir, cifnî, sifrî dî dibêjin. Ji ber ku zimanzanên kurd li ser xebat nekirine, ji van binavkirina kîjan navê hevwate, kîjan cure ne, ne kivşe ye.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) mergeya îsotê
  • 1 pîvan têkela kufteya Rihayê bo derveyê kufteyê (ya bo kutilkan jî tê bikaranîn)
  • 1 pîvan têkela kufteya Rihayê bo hundirê kufteyê
  • 1/2 SA (stekana-qedeha avê) rûnê zeytê

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Têkela kufteyê amade bikin. Sêniyekê bi rûn bikin. Nivê têkela kufteyê ya bo derveyê kufteyê bigirin, li ser sêniya rûnkirî raxînin. Têkela hundir jî li ser raxin. Derê kufteyê bi ser hundir de bînin, wekî xingalê, bidewisînin.

Berê mergeyê paşê jî rûnê zeytê bi ser de werbikin, bidin xwarin. Bavêjin firneyê (firûn) bipijînin. Hûn dikarin destexaneyê (sifre) gorî kêfa xwe bi hêşînahiyê bixemilînin.