Sêv

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Sêv
Sêv
Sêv
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Plantae
Beş: Magnoliophyta
Çîn: Magnoliopsida
Kom: Rosales
Famîle: Rosaceae
Binefamîle: Maloideae
Cins: Malus
Cure: M. domestica
Navê zanistî yê latînî
Malus domestica
Borkh.

Sêv fêkîyek e.

Dara sêvê heta 8 metroyan bilind dibe. Darek pirçiq, çiqên xwe di rexan ve berdide. Di mehên biharê de kulîlkên mezin yên wek gul şîlankan yên reng spî û peyazî (Penbe) vedike. Pelên wê kesk in, li gor cinsê xwe aliyê bervajiyê pelê bi pûrt in. Ber bi havînê ve ew kulîlk dibin bûtik (çavik), paşê jî ew çavik û bûtik dibin fêkîyek tam û bêhnxweş. Ji wê fêkiyê re sêv tê gotin. Sêv pirreng û pirtam in. Rengên sor, spî, zer, peyazî, kesk, tamên wan jî şêrîn, miz, tirş û yên tahl jî hene. Fêkîyek biriqok, hişk û bênxweş e. Libên wê bi gelemperî wek kulmekê mezin in. Lê yên biçûk û qasî hûlûk û guhîşkan jî peyda dibin. Di nava sêvê de 5- 10 lib dindik (bizir-sîsik) hene.

Sêv kana (xizîna-gencîne) enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên sporker fêkiyek herî bikêr e. Di dinê de 6000 cûreyên wê hene. Fêkîyek ku di dinê de herî zêde çandiniya wê tê kirin û tê xwarin e.

Dîrok û Welat[biguherîne]

Dîroka wê bi esehî nayê zanîn. Lê di demên kevnar de heta niha wek senbola lawînî, delalî û xweşîkahiyê tê pejirandin. Li ser sêvan gelek stran, çîrok û çîvanok tên gotin. Di medenîyetên berê de dema mîrekan dixwestin keçên xwe bidin mêr, keçikê sêvek tavêt, kê ew sêv girtiba keçik bi wî re dizewicî. Di nav Kurdan de navê gelek keçikan wek senbola xweşikiyê “ sêvê “ datînin. Di demên berê heta niha sêv wek fêkîyek jibo xwarin, reçal, xweşav, derman û alkolê tê bikaranîn. Welatê sêvê Asya ye. Ji wir jî belavî deverên din yên dinê bûye. Jiber ku sêv ji hewa hênik hez dike, li hemi deverên Kurdistanê yên çandinî û bejî (çolî- kûvî-bîyan) çêdibin.

Têdahî[biguherîne]

Tanen, asîdên organîk, cûreyên şekiran, silisyûm, asin, fosfor, filor vitamîn A- B1- B2- B6- B5, PP, B9 C- E, manganez, gûd (kukurt ) lîf.

Li gor pisporan Sêv kana enerjî û depoya vîtamîna ye. Xasma jibo kesên ku karên giran û sporê dikin û gelek enerjiyê serf dikin, xureyek bêhempa ye. Kesê rojê sêvekê bixwe rastî kêm nexweşiyan tê, yê du sêvan bixwe muhtaciya wan jibo doxtoran namîne. Mirovên tenduristİya wan li cih e, dikare rojê heta sê sêvan bixwe.

Prof. Dr. Dîter Treuetter dibê: “Madeya di nava sêvê de ya bi navê flafoniod, pêşiya radîkalên serbest yên dibin sedema penceşêrê digire. Sêvek geheştî jibo siheta mirovan wek seroma xwînê xwedî mîneral û elektirolitran e. Bi gotinek din ava sêvê wek ava xwînê bi nirx û qîmet e. Kesên 8 hefteyan li ser hev rojê 6 sêvan bixwin, wê ji rûnên nava xwînê û kolestirolan bifilitin û bibin xwediyê beden û xwînek îdeal.. Lê di xwarina sêvan de sêvên kesk û zer tercîh bikin ji ber ku mîneralên di nava sêvên zer û kesk de ducar bi qasî sêvên sor in. Anku, her sêvek kesk bedela du sêvên sor in. Sêv zêhnê zaroyên ku diçin mekteban vedike, jinên ku dikevin meneposmayê û acizahİyên ruhî bi wan re çêdibin, heke rojê 4 sêvan bixwin wê % 40 ji wê rewşê bifilitin”.

Gula dare sêvê
Sêvên cure cure
Şîraniya sêvan
Şeraba sêvê

Kêrhatî[biguherîne]

Sêv: 1- Hiş (zêhnê) vedike. 2- Xwînê paqij dike. 3- Berxwedana bedenê bi hêz dike. 4- Têhnîbûnê dişkêne (dibire-dibe). 5- Qelewan jar (lewaz- zeîf) dike. 6- Xelihîna (dilborîn) jinên dûgiyan (pêgiran-hemil) dibire. 7- Şekirê xwînê digire bin qontirolê. 8- Ji xweşbûna nexweşiyên gût û bawîbûnê re dibe alîkar. 9- Ketina parazîtên nava rûvîkan pêk tîne. 10- Li hember penceşêra mêlak, (kezeb-cerg) rûvikên stûr, kefesa sing, xwedî bandorek hêja ye.11- xwînê çêdike. 12-Sîstema (rista) xweragiriyê bi hêz dike. 13- Jibo dilkut, bêhntengî, brînên aşik û fatereşkê bandorek erînî nîşan dide. 14 -Ciwan dihêle û çerm xweşik dike. 15- Agir dadixe. 16- Heke piştî xwarinan bê xwarin, diranan paqij dike û hwd.

Bikaranîn[biguherîne]

1- Sîrka sêvan 2- Kûra sîrka sêvan 3- Kêrhatiyên sîrka sêvan 4- Jokteyla sîrka sêvan. 5- Çaya tûvilê sêvan û hwd.

1- Sîrka sêvan: Sêvên sor û şîrîn baş bişon û ava wê bigivêşin. Bikin qawanozên (qetremîzên) cam yên derfireh (lê jibo okjîjenstandinê hinekî vala bihêlin) paşê derê wê bi kitan yan destmalekê girêdin. Li gor cûreyê sêvê 3- 6 hefteyan ji tavê dûr, di germahiya 15- 20 derecan de bihêlin lê rojê carekê derê wê vekin û tevlihevkin da ku oksîjenê bistîne. Ew av wê berê bibe alkol, paşê jî bibe sîrke. Dema bêhna sîrkê jê hat, 3- 4 caran di parzûnê mast anjî kitanekê ve biparzinin. Paşê jî bikin nav şûşên zirav û derê wê bigrin û di derek hênik de biparêzin, li gor hewcedariyê bixebitînin.

2- Kêrhatiyên sîrkê: Taybet jibo porek biriqok, çermek bê leke, bedenek zirav, tendurustîyek baş, paqijkirina xwîn û bedenê gelek bikêr e. 3- Jibo paqijkirina firax, WC, serşok, û hwd. 2 kewçiyên xwarinê sîrkê bikin nav avê û paqîjiyê pê bikin. 4- Jibo dûrxistina bakterî û demanên kimyevî yên dikak û fêkiyan kevçîyek şêranî sîrkê bikin nav çend lîtrên ava sar, zerzewat û fêkiyên xwe bikin nav bila 15-20 deqan têde bimîne û paşê bi avek sar bişon. 5- Jibo qirikêşê: Kevçîyek qehwê sîrka sêvan berdin nav qedehek av û rojê 3-4 caran xerxere bikin (di devê xwe de biçelqînin). 6- Jibo Migrenê: Bi qasî hev sîrka sêvan û avê bi hevre bikelînin û hilma wê bi qasî 3 deqan bi kepê (poz-bêvîl) xwe ve bikêşin, wê êşê bibire. 7- Jibo kerîbûn û teqîyanên cerm, pêvedanên mêş, kelmêş û haşaretên din, xurûnandinan, pirzik û lekeyên rû: Hinek av û sîrka sêvan tevlihev bikin û rûyê xwe pê pansûman bikin. 8- Kokteyla sîrka sêvan: Jibo her qedehek av kevçîyek şêranî sîrke, kevçîyek qahwê hingiv tev bikin. Serê sibê bi zikê birçî û berî razanê du kevçiyên xwarinê jê vexwin. Jibo westiyan, bêxewî, kilohavêtinê û paqijkirina nav hinavan pir bikêr e. 9- Banyo: Hûn dikarin hinek sîrka sêvan bikin nav banyo, laşê xwe û serê xwe pê bişon. Jibo porek biriqok û laşek zinde û tendûristiyê başe. 10-Kûra sîrka sêvan: Jibo bêhezmî, bêiştahî, kişil (kils-kirêç) girtinên movikan, parazîtên rûvîkan, xetimînên rehan (damaran), hişkbûnên rehan û jiyan (kezî-qas-baz) bi qasî hev sîrka sêvan û hingiv ( ji kevçîyek xwarinê ne zêdetir û fincanek qehwê ne kêmtir) tevlihev bikin. 4 hefteyan li ser hev spêdê berî xuriniyê, bi şev seetek berî razanê vexwin. Yên dixwazin dikarin bi qasî sîrkê avê jî lê zêde bikin.

Çaya tûvilê sêvan: Tûvilê (qaşil) sêvan hişk bikin, 1-2 kevçiyên şêranî tûvilên hişk bikin nav qedehek avê û ava kelandî berdin ser bila 5 deqan di dema xwe de bimîne. Piştre biparzinin û vexwin. Jibo bihêzkirina jiyan, westîyana hiş û bedenê, qulipandina destavê, xistina kevir û xîzên nav gurçikan, hêsankirina givirandinê, (hezm), daxistina kolestrolê, paqijkirina xwînê, daxistina agir û hwd pir bikêr e.

Çavkanî[biguherîne]

  • Malpera Lotikxane, beşa Dermanxaneya Xweristê, Bavê Jîndar, 13/12/08