Sêvaxîn bi rûnê zeytê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sêvaxîn bi rûnê zeytê, xwarineke pêjgeha kurd e, lewra kurd gelek hez ji sêvarxinê (sêvaxîn, sêva bin erdê) dikin û wê çi xavî di seleteyan de, çi jî di xwarinan de bikartînin.

Bo nexweşan tê pêşniyarkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Helbet divê bêî temî û pêşniyarên bijîşkên xwe divê em bi serê xwe derbareyê tenduristiya xwe de biryarê nedin. Bijîşkiya gelêrî ya kurd gelek dewlemend û pêşketî ye. Heya salên 1980'î ku li pirraniya gundên Kurdistanê elektrîk nebûn, bijîşkiya gelêrî, nexweşan sax dikir.

Sêvaxîn (bi latînî: Helianthus tuberosus) di bijîşkiya gelêrî ya kurd de wekî madeyeke afrodîzyak (hêza zayendetiyê zêde dike) tê zanîn. Bo gurçikan baş e, mîzewaqiyê derdibe. Şîrê pêsîrên pitokmijan zêde dike, bo nexweşên şekirê (diyabet) bikêr e, çermê mirov xwedî dike ûêd.

Berkeliya xwarinê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 pîvaz
  • 3-4 gizêr
  • 1 kg sêvaxîn
  • 1 kevçî mergeya fringiyê (tomatos, bacanê sor)
  • Nîv stekan (qedeh) rûnê zeytê
  • 1 kevçî şekirê tozî
  • Xwê, solin
  • Ava oranjekê (portakal, porteqal, narinc)
  • Av (bi qasî ku ser sêvan re tiliyekê derbastir be)
  • Bexdenûs
  • Hêliz (pîjinda, şiwît)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Quşxane yan beroşekê bînin, rûn, pîvaza ku kûbîkî (wekî zarê) hatiye hûrkirin û mergeyê berdinê û biqijilînin.

Sêvarxînan pakij bişon, qalikên wan bigirin. Wan mezinî hûr bikin, bi tevî gizêrên mezinhûrkirî berdin quşxaneya xwe.

Şekir û xwê tevlî bikin. Hinekê şûnde avê berdinê (hûn dikarin ava oranjê jî tevlî avê bikin an beriya wê tevlî bikin). Heya ava xwe kişand, sêvarxîn û gizêr nermijî bûn bikelînin.

Beriya ku êdî hûn ji ser argûnê daynin, bexdenûs û hêlizê tevê bikin. Hûn dikarin dema we di nav rûn de berkeliyên xwe (melzemeyên xwarinê) diqeland jî biharbêhnê (biharat) tevlî bikin. Lê baldar bin bila neşewite.