Sêwî Silo

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Şêx Silo yan wekî di stranên xwe de dibêje "Sêwî Silo" yek ji dengbêjên navdar ê hemdemiyê Evdalê Zeynikê û Dengbêj Gulê ye. Pêşiyê li gundê Ziyaret a bi ser Panosa Agiriyê dengbêjê Emîn Paşa bûye, paşê diçe rojhilatê Kurdistanê, li herêma Qelenîyê dibe dengbêjê Tahirxanê Qeleniyê. [1]

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dawiya 1800 ´î û destpêka 1900 ´î de li herêma Serhedê (Agirî) jiyaye. Hevalê Evdalê Zeynikê ye. Bi Evdal re gelek caran di civatên mîr û hakiman de pêşbirk sazkirine. Wî jî wekî Evdal di palasa Sirmelî Mamed Paşa de dengbêjî kiriye.

Çima gotine sêwî?[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dilê wî ketiye keça Mamed Paşa Serayiyê. Serayî ji êşa dilê xwe nexweş dikeve lê Mamed Axa wî nade Sêwî Silo. Strana wî ya "Serayiya Mamed Axa" hêj jî jîndar e. Li ser vê bûyerê biryar dide xwe ji palasan û civatên dewlemendan dûr dixîne. Ew êdî naxwaze kes jê re bêje "şêx", tenê navê "Sêwî Silo" bikartîne. Ango ji nebûna Serayiyê ew di jiyanê de sêwî maye, sêwiyê jiyanê ye.

Angaştek din[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1- Li gor lêkolînên gelek nivîskaran, li gor daxuyaniyên malbata Çolax Abdi Paşa (Behlûl Paşa) yan jî Surmelî Mamed Paşa keçeke Paşa bi navê Serayiyê tuneye.
  • 2- Surmeli Memed Paşa temenê xweve nezîkê Evdalê Zeynikê ye. Ango temenê wan hemaku yek e. Lewra jî dibeke keçeke Paşa bi navê Serayiyê hebe jî, lê ne mumkun e ku Şêx Silê bibe maşoqê wê keçê. Ji ber ku Şêx Silê bi temen ve gelek gelek ji Evdalê Zeynikê mezintir e, ango temenê wî û bavê (Paşa) Serayiyê yek e.
  • 3- Şêx Silê di qesra (palasa) Surmeli Memed paşa de dengbêjî nekiriye. Ji rojhilatê Kurdistanê ye û gelek wext jî dengbêjê diwana Tahar Xan Axa ye.
  • 4- Evdalê Zeyne jiyana xwe de carekê bi Şêx Silê re lec kiriye.
  • 5- Ti çavkaniyeke nivîsî yan jî zargotin de nehatiye bihîstin ku dengbêjê nemir Şêx Silê bi xwe navê xwe daniye Sêwî Silo. Û tobedar bûye diwanê mîr û hakiman de negotiye.

Her kî lec/pêşbirka Evdalê Zeynikê û Şêx Silê zanibe dê vê nivîsa min jî teyîd bikin. "Dengbêjên bê nav û deng diherin aliyê Îranê bi Şêx Silê re pêşbiriyê dikin, lê nikarin û dibêjin (ez dengbêjê Surmeli Memed Paşa me. Navê min Evdalê Zeynikê ye). Surmelî Memed Paşa vê yekê ji qasidê Tahar Xan Axa dibihîze. Gazî dike û bi Evdal re diqehire. Evdal dibêje: Axa tiştekî wisa tune, ne ezim. Ku wisa ye destûr bide îja ez bi xwe herim.

S. Memed Paşa destûr dide û Evdal bi tevî rêberekî sîwardibe û dihere. Li wê lecê de hin gotin jî nivîsa min serast dike!

Evdal dibê; Şêx Silê xebera teye Şam Helebê wêdatir e, goveka vê dinyayê. Ez êvarda diqîrim naqîrim dengêmin dernayê. Ezê lava bikim ji mala Tarxan (Tahar Xan) Axa, dermanekî bînin ez vexwim bi tevî çayê. Îja ezê bikim qîrîn, fenanî qulinga ji qulingê derbiharan, bila dengêmin here Xelîfe, Xelîfê vê Bexdayê.

Şêx Silê dibê; Çiyayê Sîsemolê meyan e dilê min re li meyan e. Ser mera çiya û banî ne, binatara me re hatin çûyînê galasnê van eceman e. Temamê diwana Tarxan (Tahar Xan) Axa ji min şedene. Par vî çaxî li gundê me dawet bû, min lingê xwe avête paytonê, ji devê min pekyan cote diran e.

Evdal dibê; Şêx Silê Dîdem e ji dilêmin re xweş Dîdem e. Zarê min qelem e,devê min kitêb e, sîngê min ji te re mishefa destê Mele. Dîwana Tarxan Axa ji me şede ne. Tu nikari bi min re bêjî. Ê (ku) bi min re bêje li welatê Îranê, aliyê ecem e, navê wî aşiq Kerem e.

Şêx Silê dibê; Evdal bejna te ne kin e ne dirêj e. Notlani tay rihana li devê geliyan ji xwe re hêdî hêdî digêhêje. De bila dîwana Tarxan Axa jî şede be, herçî cîhê Evdalê Zeynê lê rûnê bêje. Bila Şêx Silê ticar û ticar ji xwe re nebêje dengbêj e...

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ [Nîhat Öner, Qulinga Evdalê Zeynikê, Kovara Folklorame, hejmara 3.]