Sîpan, Ermenistan

Sîpan
Pampa Êzidîya
Pampa Kurda
Սիփան
Kargêrî
Welat  Ermenistan
Dûgel Ermenistan
Parêzgeh Aragatsotn
Demografî
Gelhe (2001) 264 kes
Erdnîgarî
Koordînat 40°43′18″Bk 44°16′11″Rh / 40.72167°Bk 44.26972°Rh / 40.72167; 44.26972
Bilindayî 2,100 metre
Sîpan li ser nexşeya Ermenistan nîşan dide
Sîpan
Sîpan
Sîpan (Ermenistan)
Map

Sîpan (navê berê Pampa Kurdan[1][2]) navê gundekî êzîdî ye ku dikeve parêzgeha Aragatsotnê. Ji ber ku ev gund nêzîkê çiyayên Pampêda ye gel berê gotiye gundê Pampê. Lê herwiha gundekî ermeniyan jî yê bi navê pamp hebû. Ji ber vê yekê ji yê kurdan re gotine Pampa kurda û ji yê ermeniyan re jî gotine Pampa ermeniya. Di salên 1970'î de navê gund hatiye guhertin û bûye Sîpan.[2] Li gorî serjimara 2001'ê li gund 264 mirov dijîn.[3]

Helbestek li ser gundê Sîpanê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pampa Min[4]

Pampa mine baş, Pampa min kubar
Wê pal vedaye wan quntarê sar,
Pamp mîna bûka, bûka xeml lê bend,
Dorê çîyayêd me girtine govend...
Çiyayêd me bilind, çîyayêd me kubar
Jê dixulxulin cew û kaniyê sar,
Şimalê mij tê mîna karvana
Ser çiyayê me ra diçe arana.
Êvarê bi hewas mij guje-guje,
Û nav mijêda Pamp dihênije...
Pampa mine sar-gulistan Şîraz,
Min jê baq kirin gulêd xweye xas...
Ax, çiqa dixwast min hezar guman,
Ku wextê mirin min bibe mêvan,
Cimeta min meytêm şahîrî
Çal bike serê çiyayê Dibûrî...
Ku mija Pampê mîna karavana
Bê û ser min ra here arana-
Bîna gulê min, huba dilê min,
Huba dilê min, derd û kulê min
Bibe arana,
Bibe arana,
Bibe arana,
Qurn û dewrana...

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]