Sîrmastok

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sîrmastok ji sosên ku ji sîr û mastê tên çêkirin re tê gotin. Helbet mirov dikare wekî xwarinên çorsane jî binav bike, ji ber ku sos wekî xwarinek jî dikare were ser destexaneyê.

Sîr û mast di pêjgeha kurd de cihekê taybet û giring digirin. Ji sîr û mastê gelek xwarin tên çêkirin, herwiha sîr-mast wekî sos di gelek xwarinan de tên bikaranîn.

Li hin deveran ji xwarinên sîr-mast tê de hene re, sîrmastok dibêjin. Ev jî dibe sedemê tevlîheviyan.

Sîrmastok di pêjgeha kurd de bo sosên (çênc) ji sîr û mastê tên amadekirin, tê bikaranin. Navê komekê sosên sîr-mastê ne.

Cureyên sîrmastokê yên sereke[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Sîrmastoka nanê kartû, nanê kartû tê de heye
  • Sîrmastoka bi ava hinarê
  • Sîrmastoka bi zerika hêkê
  • Sîrmastoka bi bexdenûsê
  • Sîrmastoka bi kartolê

Sirmastoka nanê kartû[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berkelî:

  • Nîv kg mast
  • 5 dendik sîr
  • 1 kerî nanê kartû (bila ne pirr be û ji hundirê nanê be)
  • 2 kevçî şîr
  • 1 xiyar
  • 1 kevçî rûnê zeytê
  • Hinekê îsota reş (toz)
  • Xwê (solin)

Çêkirin: Nanê kartû bipişirînin badiyekê, şîr berdin ser, nermijî bikin. Sîra xwe hûrik hûrik hûr bikin (nekutin).

Xiyarê xwe spî bikin, hûrane hûr bikin, bixin nava badiyeke din. Xiyar, sîra hûrkirî, nanê kartû û mastê li hev bidin. Hêdî hêdî tevdin, ber re rûnê zeytê tevlî bikin.

Îsota reş û xwê pê werbikin. Êdî sosa we amade ye.