Sîstema lenfa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Demar û girêkên lenfî

Sistema lenfan weki sistema xwîne li her dera bedenî heye. Ew, ji demarên gelek tenik u girêkên lenfî hatiye avakirin. Ew demar ji tevinekî ber bi girêka lenfî dikêain. Ji girêka lenfan ji aliyê din, disa wekî demar dikişînin girêkeka din ya ko, hîn jortir e. Anko ji hêla jêr dikişin hêla jor ber bi dilî.

Di demarên lenfan da avek ruhn u protîndar diherikit; ji wê ra dibêjin lenf an jî ava lenfê. Lîmf yek ji şileyên leşî ye. Serokaniya lîmfê ji xwînê ye. Dema xwîn bi rêya mûxwînboriyan digehit hemî şaneyên leşî, hindek ji plasma û sêromê bi hêza avpestê ji dîwarê wan derdikevit û diçit valahiya navbera xaneyên şaneyan û digel hindek ji derdayî yên xaneyan ko paşmayên mêtabolîzmê ne nikarin vegerin nav gerra xwînê. Paştir nêzîkî 90 ji sedê ji vê şilemeya ko dibêjinê şilemeya navxaneyî bi hêza ozmosîsê vedigerit nav mûxwînboriyan. lê 10% a mayî bi rêya dozena lîmfî vedigerit gerra xwînê. Her ûsa jî li tev wê avê gelek lenfosît jî dihên dîtin. Lenfen hêla zikî madeyên wekî çevrî u protein, yên ko paşî xwarinê ji rûviyan digehin nav demarên lenfî, ber bi jor dibin û di sîngî da diherikînin hindurê sîndemarê xwînê. Ger demarên lenfî rind ne xebitin î avê ji tevinê nekişînin, ew ava di tevinê da dimine u tevinkên wan derên bedenî diperçivin (ling, dest, qor). Her ûsa jî gelek şane, wekî şaneyên şêrpenceyê, (şaneyên ure xirab) bi rêya demarên lenfî digehin nav xwînê û dikanin di girekên lenfan da xwe zêdebikin, an jî şaneyên şêrpenceyê ragihînin cihên din yên bedenî.