Sîtil

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sîtil amaneke kelandinê, cureyeke quşxaneyê ye. Quşxane navê giştî ye. Sîtil jî quşxaneyeke gelek mezin e. Ji Qulpok, beroşê jî mezintir e. Lê ji distê biçûktir e.

Di pêjgeha kurd de pirr tê bikaranîn. Bi taybetî li gundan, bo kelandina danê, çêkirina xwarinên dîlanê ûêd navdar e. Du çepilkên wê hene lê yên bi 3 yan 4 çepilk jî hene.

Bi derketina quşxaneyên hilmê û yên nûjen ku ji lajwerdên cuda cuda ne, qîmeta sîtilê gelek ket. Di aşxaneyan da quşxaneyên nûjen ên bi gaz an elektrîkê dixebitin, tên bikaranîn. Sîtil niha tenê li gundan maye.

Cureyên quşxaneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]