Sûsa

Sûsa
Yolaç
Sûsa li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Sûsa
Sûsa
Koordînat: 38°8′3″Bk 40°57′19″Rh / 38.13417°Bk 40.95528°Rh / 38.13417; 40.95528
WelatBakurê Kurdistanê
DewletTirkiye
ParêzgehDiyarbekir
NavçeFarqîn
NahiyeFarqîn (navend)
Bilindahî
810 m (2660 ft)
Nifûs
 (2012)
107[1]
Koda postayê
21640
Koda telefonê(+90) 412
Map
biguhêreBelge

Sûsa (bi tirkî: Yolaç), gundekî navçe Farqîna bi ser Amedê ve ye. Sûsa gundekî farqînê ye ku demekî di vî gundî de hîzbilacî derketibûn û gundiyê welatparêz bi alîkariya dewletê kuştibûn... Neha hîzbulacî ji gund derketine û 10 malbat tê de dijîn..

Hîzbilacî di vî gundî de xebatên xwe di nava 1990 û 1992'an de gelekî pêş xistibûn. Di şevekî de (1992) 11 hîzbilacî hatin kuştin û di peyda hîzbilacî ji dewletê piştgrî girt û gundiyên ku nehîzbulacîne ji gund derxist. Di peyda gelekî gundiyên welatparêz bi destê van hîzbulaciyan hat kuştin.

Hîzbil-kontra û kesên paşverû li gund bi cih bûn û gund bû biryargeha wan kesên paşverû.Li gund gelek çalakî lidarxistin . Mizgefta gund kirin îşkencexane û bi navê xwedê gelek mirov qetil dikirin. Dema ev kesên paşverû li hember karker kedkar û welatparêzan ev çalakî lidardixistin dewleta mêtînger jî alîkariya wan dikir û bi hevkarî li hemberî têkoşîna kedkar û karkerên Kurd tevdigeriyan.

Piştî 1996'an gundiyên ku ji gundê xwe dûrin xwestin herin gundê xwe. Ew gundiyên ku bi salan neçûbûn gundê xwe dan pew Xalîs(Halis, xwendevanên zanîngeha Firatê bu, di beşa TIP'ê dixwend) û çûn gund. Dema gundî vegeriyan gund li hemberî xwe bı çek kırın . Gundî û hîzbilacî bi heta sal û nîv bi hevra di gund de man(bes her roj pevçun dıqewimin). 1997'a da Xalîs'ê ku jêre digotin Doktor û li Farqîn'ê bi nav û deng bû bi destê hîzbilaciyan hat kuştin. Di peyda hizbilacî ji gund derketin û hêjî neçûne gund. Niha li gund bi qasî 10-15 malbat dimînin.

Gelhenasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sal Gelhe[2]
2012 107
2007 99
2000 88
1990 670
1980 513
1970 351
1965 352

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2012, ji orîjînalê di 23 nîsan 2013 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2013
  2. ^ Yerelnet, Yolaç, ji orîjînalê di 24 hezîran 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 30 tîrmeh 2013