Schutzstaffel

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji SS hat beralîkirin)
Ala SSyê

Schutzstaffel der NSDAP (bi kurtî SS, wate: Yekîneya Parastinê) di dema Komara Weimarê a almanan de, di 9ê çiriya paşîn 1925î de wekî rêxistineke girêdayî NSDAPê bo parastina Adolf Hitler hatibû damezrandin.

Piştî hatina Naziyan a ser desthilatdariyê rêxistin berfireh dibe û êdî ne wekî parastina Hitler, wekî hêzeke xurt a sazûmaniyê tê bikaranîn. Herwekî sazî dibe du parçe û parçeya bi navê Algemeine SS (SS ên giştî) tevlî komkujiyan dibe.

Berê tenê mirovên alman dihatin girtin, lê li gorî pêdiviyên şer roj hat ku ji gelek neteweyan kes hatin girtin. Dema Heinrich Himmler di 6ê kanûna paşîn a 1929an de serokatiya SS ji Erhard Heiden digire, rêxistin xwediyê tenê 280 zilamên çalak e. Di bin rêveberiya Himmler de SS bi pêş dikeve û di nava salekê de hejmara endaman dibe 1000 û di sala 1933yan de jî dibe 204.000 kes.