Sadiq

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sadiq, Helbestvanekî kurd e û navê wî di dawiya wê helbesta ku di nav wê keşkula destnivîs de hatiye nivîsîn hebû. Ji ber ku navê Sadiq di dawiya vê helbestê de tê, ew ne ya Elî Herîrî lê ya Sadiq e. Tarîxa jiyana vî helbestvanî jî wek ya Mîna û Macin ne diyar e. Heta niha tu tarîxnasî nave wan neaniye. Eger hinek berhemên wan ên din jî bi dest kevin ne dûr e ku di duwarojê de tarîxa jiyana wan ronî bibe.

Helbesteke Mîna[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

:Xelqna werin bibînin çi husneka kemale
Heyran ji dil bimînin li sur'a Zulcelal e
Sun'a Xudê wedayâ sefhe ji nûr daniyayê
Enber li ser kêşayê ebru û xet û xal e
Xalêt şubhê 'enberê dêm herwekû qemerê
Ez têr nabim ji nezerê min qet naçit ji xiyale
Min qet naçit ji bîr e zulfêt şubhê herîr e
Li ser bedra munîr e dagirtibû hilale
Ebru hîlala 'îdê ebleq şubhê nahîde
Dem her wekî xurşîdê cebhet meha kemal e
Cebhet meha tevav e rû sorgula xûnav e
Rîhan hatine hindav e nesrînan davê pal e
Nesrînan cûqet best e min nêrayî be heweste
Eqlê min çû ji deste heyran kirim derhal e
Heyran bûm ez li dînî sotim derdê evînê
Ji xo nakim hêviya jînê li min kêm meh û sal e
Mushefa xet û xalan metnê ji "Lam" û "Dal" an
Ji ber zehmeta eşkalan kesê nakit mutale
Ji çavan xûn dibarî ji dest ebleqet xumarî
Wekî avêt tê çare bêweqt û bêmecal e
Wesfêt du nazenînan medhêt du sor şêrînan
Wek durr û yasemînan dibejim ez lmale
Gerden şîşa nebatê lêv şerbeta heyate
Ez pê dibim necate ji derdê pir melal e
Lêvêt şubhet nebatê ez nadim bi heyatê
Ji husna but û latê bi min cah û celal e
Husna te ya hebîb e dile min je xerîb e
Ya Ellah tu bikî nesîbe dest bidetin vvîsale
Husna te ya hebîb e dile min jê xerîb e
Ya Ellah tu bikî nesîbe dest bidetin wîsale
Husna te ya dil xah e dilber lebsî siyah e
Bi min Ke'betullah tewaf bikin her sal e
Baxe ku her bihar lê sinbil û lalezar lê
Çend kulîlkêt bi xal lê bilbilî nale-nal e
Dêmê xalêt di hûr lê eniya xulfet ştûr lê
Rewneqa Kohe Tûr lê mehbûb e bê misal e
Mehbûb e bê hemta ye qamet selwê bala ye
Kêsû şiva yelza ye gerden bi xo şemal e
Gerdan şem'a kafûrî perde li ser ji nûrî
Rewneqê da ve Tûrî tecella kir cemale
Tecella kirbû carek husna xo ya mübarek
Ehsenellah tebarek çi şems e bêzewal e
Zulfên di şehlewendan biskên mehbûb û rindan
Êxistime qeyd û bendan berdane ve mihale
Çavên di şox û şengan xemzêt di dil firengan
Dil davê ber xedengan xûn vexarin helal e
Mehbûba dil newazan bilinda serfirazan
'Alem qir kir bi nazan qet nabêjit webal e
J'Misre bînin xeracê j'Hindê bikin taracê
Ji Romê bistînin bacê ji bo xemleya delal e
J'Hindê bibin talanî bikirin kilê subhanî
J'bo çehvêt şehsultanî, dema têtin sersal e
Dê çend bibêjî Sadiq ji esrar û deqaîq
Evan wesfên di laîq ji husna ya delal e


Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Şaîrên Klasîk ên Kurd ( Abdulreqîb Yûsuf )--Ji Weşanên Jîna Nû