Sadomazoşîzm

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sado-mazo hat beralîkirin)
Sadomazoşîzm
Pêk tê ji
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Bikaranîna sadîzm û mazoşîzmê di kar û kiryar û têkiliyan de ye.

Wekî tê zanîn sadîzm navê xwe ji Marquis de Sade, ji pirtûka wî ya bi navê "120 rojên Sodom" digire. Sade di vê pirtûka xwe de şîroveyeke pirr baş a sadîzmê kiriye. Kesên sadîst dixwazin êş û azar bidin kişandin. Xwedî hest û kesayetike êşkencekar in. Pirranî ev hest û kesayetî bingeha xwe ji zaroktiyê digirin.

Mazoşîzm jî berevajiya wê ye, êş û azar kişandin, ji we bextewarbûn e. Di derûnînasiyê de di bin sernivîsa tevgerên anormal, fêrbûnên neyînî de cihdigirin. Wekî elementekî tabloya nexweşiyên derûnî tê nirxandin.

Sado-mazo di têkiliya seksî de[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Hin kes di têkiliya zayendîtî de, elementên sadîzm û mazoşîzmê bikartînin û ji wê bextewar dibin. Seksa ekstrem dikare hin cureyên sadîzm û mazoşîzmê bihewîne û heger di radeyekê gelek piçûk de be, wekî nexweşî nayê dîtin. Li bakurê Ewropa, DYA û hin welatên Asya gelek klûbên seksê hene û li wir hin cureyên lîstikên seksî yên sado-mazo tê lîstin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]