Safiyedînê Erdebîlî

Ji Wîkîpediya
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Dergeha Şêx Sefiyedîn
Basmala.svg

Îslam

Elewîtî

Şêx Safiyedîn Îsheqê Erdebîlî (jidayîkbûn 1252, mirin 1334) kurdekî[1][2][3][4] navdar e ku navê wî li Dewleta Sefewiyan kirine. Şagirtê Şêx Zahid Gîlanî yê damezrînerê Terîqeta Zahidiye bû. Meleyekî pir zana bû. Safiyedîn Îsheq dibe kalikê Şah Îsmaîl. Şêx Erdebîlî bi zimanê tatiya kevn (pir nêzîkî Kurdî ye)[5] û farsî helbest nivîsandine. Tê gotin ku Erdebîlî bi kurdî jî helbest nivîsî ne. Helbestên hatine parastin binavê Dubeytî tên bilêvkirin.

Li gorî Mînorsky, kalikê Şêx Erdebîlî mirovekî dewlemend bû ku li Gilanê dijiya. Piştre jî qralên kurd herêma Erdebîlê dane wî.[4] Li ser nivîsekê secera Erdebîlî halo hatiye nivîsandin : Şêx Safiyedîn EbûFetah îsheq kurê Şêx Emîn Cebraîl kurê Salih Qudbedîn Ebûbekir kurê Selahedîn Reşîd kurê Mihemed Hafizê Kelam Ellah kurê Cewad kurê Pîroz Şahê Kurdê Sencanî (Pîroz Şah Zêrînê Sencanî).[6]

[biguherîne] Çavkanî

  1. Richard Tapper, Frontier nomads of Iran: a political and social history of the Shahsevan, Cambridge University Press, 1997, ISBN 9780521583367, p. 39.
  2. EBN BAZZAZ Encyclopedia Iranica
  3. Muḥammad Kamāl, Mulla Sadra's Transcendent Philosophy, Ashgate Publishing Inc, 2006, ISBN 0754652718, p. 24.
  4. 4.0 4.1 Minorsky Vladimir, The Turks, Iran and the Caucasus in the Middle Ages. Preface by J.A. Boyle. Variorum Reprints, London 1978; page 517-518
  5. Payvand News
  6. Z. V. Togan, "Sur l’Origine des Safavides," in Melanges Louis Massignon, Damascus, 1957, III, pp. 345-57
Amûrên kesane
Valahiya nav
Çalakî
Navîgasyon
Beşdarî
Qutiya amûran
Zimanên din