Sala bermayî
Sala bermayî sala 366 rojan, ango gorî salên normal rojeke zêde diajo re tê gotin. Ew roja 4 salan carakê tê servekirin. Ew rojê zêde tê servekirina reşemî û reşemî wan salên bermayî 29 rojan diajo. Salên bermayî di salê bi 4a re tê par kirin de tên dîtîn. Wekok 1996an, 1992an salên bermayî bûn. Lê, ger ku sal bi 100î par dibe û bi 400î par nabe ew sala na sala bermayî ye. Yanê 1700, 1800, 1900 ne salên bermayî bûn, lê 2000 sala bermayî bû. Dîsa 2100, 2200, 2300 ne salên bermayî ne, lê 2400 dîsa sala bermayî ye.
Sala bermayî ji bo ku sal bi rastî li salên normal, salnameya Julianî, hindik zêdetir diajo tê servekirin. Gorî salnameya Julianî salek ji 365 rojan pêk tê, lê bi rastî dinê dor rojê re di 365,24219 (nêzî 1/4 rojekê) rojan de dizivire. Ji bo vê sedemê li 4 salan rojek tê serve salên normal kirin. Eger sala bermayî nebûna, her çar salan biharê rojeke pêş de dest pê bikiriya.