Sala duşeşî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sala duşeşî, salek e ku ji 366 rojan pêk tê, ango li gorî salên normal rojekê zêde didome. Di zimanên ji malbata hind û ewropî de ew sal wek sala du şeşan (bisextilis) tê binavkirin.

Sala duşeşî çar salan carekê dubare dibe. Di salnameyê de li meha reşemî rojek tê zêdekirin û ew meh 29 rojan didome.

Salên duşeşî di salên bi 4an tên parkirin de tên dîtîn. Mînak: salên 1600, 1996 û 2000 salên duşeşî bûn, lê salên 1700, 1800, 1900 ne salên duşeşî bûn. Sala ku bi 100î par dibe û bi 400î par nabe ew sala ne sala duşeşî ye. Dîsa salên 2100, 2200, 2300 ne salên duşeşî ne, lê sala 2400 sala duşeşî ye[çavkanî hewce ye].

Li gorî salnameya Julianî salek ji 365 rojan pêk tê, lê di rastiya xwe de dinê li dor rojê 365,24219 (nêzî 1/4 rojekê) rojan dizivire. Ji ber vê yekê 4 salan carekê li salnameyê rojek tê servekirin, da ku dengeya salê çêbibe. Eger salên duşeşî nebûna, her çar salan carekê bihar wê rojeke pêş de destpê bikira. Mînak: piştî 120 salan salname wê 1 Adarê nîşan bikira, lê di rastiyê de wê 30yê Çileyê bûya.

Cara dawî sala 2012an sala duşeşî bû, piştî wê sala 2016 wê bibe sala duşeşî.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]