Salihê Kevirbirî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Salihê Kevirbirî
Salihê Kevirbirî li ser hevpeyvîna VOAyê (2018)
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1973an (51 salî)
EsilKurd
HevwelatîTirkiye
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Salihê Kevirbirî nivîskar û rojnamevanekî kurd e.

Di sala 1973 de li Batmanê hate dinyayê. Bi eslê xwe ji Misricê (Kurtalan) ya Xerzan e. Xwendina xwe ya destpêkê, navîn û lîseyê li navçe û bajarên wekî Batman, Farqîn, Misirc û Edeneyê kir.

Di sala 1992 de bi derketina rojnameya Welat re, ji zimanê dayîka xwe haydar bû. Li herêma Çokurovayê di rojnameya Welatê Me de cara yekem dest bi karê rojnamegeriyê kir û heta rojname hate girtin, li herêmê berpirsiyariya rojnameyê kir. Piştî girtina Welatê Me, kar û barê rojnamegeriyê di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir.

Di destpêka sala 1997 de hate Stenbolê, di heman rojnameyê de bû berpirsiyarê Karê Nivîsaran û ji ber vê peywira xwe, bi dadgeh, girtîgeh û dozgeran re nasraw bû. Ji bilî Welat, Welatê Me û Azadiya Welat, nivîsar, hevpeyvîn û lêkolînên wî di kovar û rojnameyên weke Ozgur Politika, Demokrasî, Ozgur Bakiş, Yeni Gundem, Jiyana Rewşen, Avaşîn, Nûbihar û Nûdem de hatin weşandin. Her wiha di malpera Netkurdê de di qûncika xwe ya bi navê Hevîrtirş de nivîsaran dinivîse.

Beriya ku biçe ser dilovaniya xwe, bi nivîskar Mehmûd Baksî re li ser romana Serhildana Mala Eliyê Ûnis kar û xebat kir.

Salihê Kevirbirî, li ber qedandina Antolojiya Dengbêjan e û dest bi romana Koçero kiriye.

Salihê Kevirbirî, endamê PENa Kurd, endamê PENa Navneteweyî û endamê Senatoya Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ye.

Heta niha 5 (pênc) berhemên Salihê Kevirbirî hene:

Berhemên wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]