Salnameya Îranî

Ji Wîkîpediya

Salnameya Îranî an Salnameya Farsî texwîma rojê ko îro li Îran û Efxanistanê bi fermî tê bikaranîne. Ji bo ko hinek îna dikin ko bingeha wê texwîmê, ya ko Omer Xeyyam di wexta siltanê Selçûqiyanê Celal ed-Dewleh Melîk Şah (1055–1092) de berhev kirî ye ew hin caran wek Salnameya Celalî jî tê nav kirin. Ew salnameya Xayyam cara siftê, di yekê Ferwerdînê, gora salname mîladî 15 adarê 1079an de hatibû bikaranîn.

Salnameya îroj li Îranê tê bikaranîn cara paşin di 1925an hat reform kirin û di 31'ê adarê 1925an de hat dest bi karanînê kirin. Di wê reformê de hîcret wek refêrans hat girtin û ew roya gora salnameya îranî wek 11'ê Ferwardin 1304 hat diyar kirin. Ji bo referansa wê hîcret hat girtin jî ew wek hicrî şemsî (bi farsî: هجري شمسي:hicrî şemsî an, bi farsî: هجری خورشیدی:hicrî xûrşîdî) tê nav kirin. Ji 1957an virve ew li Efxanistanê jî tê bikaranine. Her çiqas di 1976an de li Îranê li ser salnamê reformeka din hat kirin û roya destpêkê salname şuna hîcretê, taç girtina Kyrosê duyem hat girtin jî, va refoma di 1979an de li pê şoreşa îslamî re hat vala kirin.

Salvegera vê salnameyê gorî destêpêka biharêyê astronomî, yanê newrozê tê hesab kirin. Kînga ko li Tehranê dirêjahîya şev û rojê de seat dibine 12:00, rojê ko tê, ango sibê wek Newroz tê diyar kirin. Roja salvegerê bi gelemperî, ji salê ber de tê diyar kirin. Di salnmameya gregorian de destpêka biharê navbera 19'e adarê û 21'e adarê de diguhere.

Salnameya îranê ji 12 mehanê ko nêzî 3000 salin bêguhertin tên bikaranîn de pêk tê. 6 mehayên pêşin ji 31 roj, 5 mehên pê re ji 30 ro, û mehê paşin jî gorî bûna sala bermayî an na ji 29 an 30 rojan de pêk tê.

Gorî salnameya îranê sala 2008 denga salên 1386an û 1387an tê ye.

[biguherîne] Navên Mehan di Salnameya Îranî de

Navber Nav Pehlawî Avestayî Dirêjahî Paştûnî
21 adar- 20 avrêl bi farsî: :فروردين‎ Ferwerdîn Frewardîn Frevaşînam 31 وری:Werî
21 avrêl- 21 gulan bi farsî: ارديبهشت:‎Erdîbeheşt Erdwahîşt Aşa Vahîsta 31 غویی:Xewayî
22 gulan- 21 puşper bi farsî: :خرداد‎Xordad Hordād Haurveta 31 غبرګولی
22 pûşper- 22 tîrmeh bi farsî: :تير‎‎Tîr Tîr Tiştrîya 31 چنګاښ:Çûngalî
23 tîrmeh- 22 gelawêj bi farsî: :مرداد‎ Merdad Emurdād Emêrêtat 31 زمری:Zemerî
23 gelawêj- 22 rezber bi farsî: :شهريور‎‎Şehriyar Şehrêwar Xeştrevariya 31 وږی:Vegeyî
23 rezber- 22 kewçêr bi farsî: :مهر‎ Mehr Mîhr Mîsra 30 تله:Tela
23 kewçêr- 21 sermawez bi farsî: :آبان‎Eban Êban Apam 30 لړم:Leçam
22 sermawez- 21 berfanbar bi farsî: :آذر‎‎ Ezar Êdur Etar 30 لیندۍ:LÎnday
22 berfanbar- 21 rêbendan bi farsî: :دی‎‎Dey Dey Dîno 30 مرغومی:Merxûmî
22 sermawez- 21 berfanbar bi farsî: :بهمن‎Behman Wehman Wehûman 30 سلواغه:Salwexa
22 berfanbar- 21 rêbendan bi farsî: :اسفند‎ Esfend Şpendermad Şpenderam 29 an 30 کب:Keb

[biguherîne] Bibîne

[biguherîne] Girêdanên Derve

Bi soranî: کۆچیی ھەتاوی  :بە سۆرانی