Sarinc (alav)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Jin hundirê sarinca malê
Pêşangeha Leipzigê 1953, sarincoka malê 200 l bi fonksiyona qerimandina zêde

Sarinc, sarincok, sarker, dolaba qeşayê alaveke elektronîk e, bi pergala bikaranîna gazên herikbar dixebite û bo parastina xurdemeniyan kêrbar e. Xurdemeniyan bi sarkirinê, qerimandinê diparêze. Lewra di sermayê, di nava qeşayê de, xurdemenî zû xirab nabin. Di malê û kargehê de gelek tê bikaranîn.

Dîroka sarincê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Cara berê, ji bo pêdiviya malê sala 1913'yê li Chicagoyê hatiye çêkirin. Markaya wê Domelre bû û bi elektrîkê dihate xebitandin. Derî û skeleta wê ji darê bû. Motora wê li jorê bû û bi qasî nivê sarincê mezin bû.

Beriya sarincê jî mirovan bi riya sarkirinê, qerimandinê xurdemeniyên xwe diparastin, qet nebe temenê bikarana wan dirêj dikirin. Beriya 3 hezar salan jî mirovan bi vê rêbazê dizanibûne. Lê bi derketina sarincan ve, di warê qerimandinê de şoreşeke mezin rû da.

Sala 1806'ê ango pirr berê ji bo kargehan Frederic Tudor sarkerek çêkiribû. Ev ji bikaranîna cemedên heyî pêk dihat. Wî ji cemseran bi keştiyê cemed dianî, heya biheliyan ji wan sûd werdigirt. Wî bazirganiya qeşayê jî dikir, tenê sala 1850'yê 150 hezar ton cemed firotibû.

Derbareyê sarkirina mekanîk de mirovhiyê hin tişt dizanîn, Sala 1790'ê du brîtaniyan patenta sarkirina mekanîk jî girtibûn, Thomas Harris û John Long. Paşê gelekan serê xwe bi teknîkên sarkirinê re êşandin û John Gorrie (1803-1855) bo bazirganiyê alavekê ku cemedê çêdike ava dike (1844-Apalachicola, Florîda, DYA).

Di hilberîn, bazirganî û bipêşxistina sarincê de alman pêşengiyê dikin. Gelek cureyên wê yên bi teknîkên cuda tên xebitandin, li Almanya tên çêkirin.

Komên sarincan (gorî teknîkê)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gotarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Zorsarinc, kûrsarinc, sarincên zêde diqerimînin

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]