Savar bi tûzîkê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Savar bi tûzîkê, savara tûzikê xwarekeke botanî ye. Tûzik li Serhed, Dêrsim û Xerzanê jî hezkirî ye. Mixabin li Kurdistanê çandiniya tûzikê jî nayê kirin, kurd berhev dikin û roj bi roj pincarên Kurdistanê tune dibin.

Ji bo vê xwarinê tûzik, savar, rûnê malê û xwê (solin) pêwîst in. Amadekirin ne dijwar e. Li ser daxwazê dikarin qevdek biharbêhnê (kîjanê bixwazin) lê zêde bikin.

Tûzikê pakij bişon. Dikarin bêî hûrkirinê jî bikarbînin. Avê berdin firaqê (gorî pîvanê, quşxane, verok, beroş ûêd), xwê pê werbikin û bidin ser agir. Savarê (bulxur, girar) tevlî bikin.

Hinekê keliya tûzikê jî berdinê û tevbidin. Bihêlin bila bikele. Kel bidawî bû, rûn bikin rûnbirêşkê, li ser daxwazê biharatê jî, rûnê qijilandî berdin ser savarê û servîs bikin.