Sayentolojî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Navendeke sayentolojiyê li Hollywoodê

Sayentolojî, bi îngilîzî Scientology, ji aliyê nivîskarê xeyalên zanistî Ron Hubbard, wekî felsefeyek ku alîkariya wî dike di sala 1952’an de bi pêş xist. Sayentolojî, îro wekî olekê tê pejirandin, di jiyana mirovan de emir û pêşbiniyên li ser hebûna wan a ruhanî, reenkarnasyon û cîhana fîzîkî dide. Li gorî baweriya sayentolojiyê, 75 milyon sal berê ji aliyê zalimekî bi navê ‘Xenu’ ku desthilatdarekî galaktîk e, komên ruh ên ‘fezayî’ ji bo cîhanê hatine şandin. Ev ruhên ku li atmosferê belav bûne, ketine bedena mirovan. Armanca sayentolojiyê ew e ku mirovan ji barê wan ê fîzîkî û zîhnî xilas bike, van ruhên fezayî azad bike û azadiya ruhanî ya rasteqîn bi dest bixin. Tarîqata sayentolojiyê li 159 welatan 10 milyon endamê wê, 6 hezar dêrên wê, bi milyaran dolar mal û milkên wê û bi sedan murîdên wê yên ji kesên navdar pêk tên hene. Isaac Hayes, Tom Cruise, John Travolta, Nicole Kidman û Sharon Stone endamên tarîqata sayentolojiyê yên herî navdar in.