Sebrî Silêvaneyî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sebrî Silêvanî hat beralîkirin)
Sebrî Silêvaneyî
Jidayikbûn1ê tîrmeha 1972an (51 salî)
Zaxo, Kurdistan, Iraq[1]
PîşeNivîskar - Romannivîs
Zimanê nivîsinêKurdî
NeteweKurd
HevwelatîIraqî
Perwede
  • Enstîtuya perwerdehiya mamosteyan (1992)
  • Zanîngeha Newroz (2016)
Salên çalak1992 - heta îro
HevjînHuda M. Salih
ZarokKhani, Daeva, Kasayi.
Malpermalpera nivîskar
biguhêreBelge

Sebrî Silêvaneyî an Sabri Silevani (bi erebî: صبري سليفاني‎), nivîskar û romannivîs e ji Başûrê Kurdistanê. Li sala 1972ê li gundê Qesra Mela Teyib ku dikeve ser rûbarê Dîcle hatiye vê dunyayê. Li sala 1987ê dest bi xwandin û nivîsîna edebiyatê kiriye, yekemîn berhem li sala 1992ê belave kiriye. Li sala 1992ê tev li xebata siyasî bû, belê ji ber rewşa awarte a başûrê welat û hindek sedem û pirsgirêkên siyasî, neçar bû ku koçberî Ewropayê bibe. Heya sala 2006ê li welatê Holenda maye, evcar vegeriya Başûr û aniha li devera Sêmêlê ser bi parêzgeha Duhokê ve, akincî ye.

Jiyannameya Sabri Silevani[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li gor nasnameyê Sabri Silevani li 1ê Tîrmeha 1972an hatiye vê jiyanê, belê wek ku ew bi xwe dibêje 01 Tirmehê tenê hejmarek e, bele pa li gor xizm û kesûkarên wi Sabri li 10-10-1972ê ji dayik bûye, lê ji ber nexwandewariya piraniya daybaban li wî çaxî, roja jidayikbûna zarokan dikirin 01 Tîrmehê. Li sala 1975ê ku Sabri tenê 3 sal bû, malbata wî jî wek a piraniya Kurdên Başûr ji gund hate veguhastin u li qeza Sêmêle binecî bû.Sabri xwandina xwe a destpêkê û navîn li Sêmêlê qediyand, pasî çû Duhokê ji bo xwandina karê mamostayan û li beşê sosiology hate wergirtin, ew bû ku li sala 1992ê diploma mamosyatiyê wergirt.Piştî serhildana buhara 1991ê, Sabri tev li karê siyasî dibe, belê ji ber sedem û pirsgirêkên siyasî di navbera hizbên Kurdistanî de li wî demî, Sabri neçar dibe ku welatî bihêle û diçe heta ku digîhe Ewropa û li welatê Holenda jiyana xwe dibe serî. Li Holenda dest bi kar u xwandinê dike heya sala 2006ê evcar bi yekcarî vedigere welatî. Piştî vegera wi, Sabri dest bi kare rojnamegeriyê dike û di wi barî de aktîv dibe, ji bo piraniya kovar u rojnamên welat dinivîse û bernamek edebî li televziyona Duhok bi navê Helîvan pêşkêş dike u hejmareka mezin ji genc û lawên deverê tev li xebata edebî dike. Li kovara Nûbûn wek sekreterê nivisînê kar dike, piştî demek kurt dibe sernivîskarê malpera Yeketiya Nivîskarên Kurd tayê Duhok, li pey re Sabri dibe birêveberê ofîsa kenalê NRT li parêzgeha Duhok berî ku bibe sernivîskarê kovara Lîteratora Cîhanî ku giringî bi edebiyata nîvdewletî dide u tenê berhemên biyanî werdigerîne zimanê kurdî. Piştî kar û xebata edebî, Sabri hewl dide di bare nûkirina hizrê de kar bike bi taybet hizra siyasî, hizra civakî û hizra ayinî û gelek debate û semînar u nivîs di wi barî de peşkêşkirine, ango pirojeya wî a taybet derbare nûxwaziyê heye. Sabri Silevani niha bi xêzana xwe re li qeza Sêmêlê jiyanê dibe serî, wek mamosta kar dike û berhem û pirojên xwe di wan hersê baran de amade dike.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Heya niha ev berhem çap kirine:

Roman[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Avamezin - kêlîka ku masiyên xwe tî dihêle
  • Bîst sal û êvarek
  • Miryema - keçejinek ji zemanek din
  • Sîfra Silîvî
  • Dergehê Dunyayê

Helbest[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Deh xewn

Hizr û rexne[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Payiza Peyvan
  • Ji destpêkê heya destpêkê
  • Eqlê Kurdî

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "English: sabrisilevani". sabrisilevani8.webnode.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 14 kanûna pêşîn 2020.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]