Sedî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Gorra Sedî

Sedî, Se'dî, yan jî Mişrêfedîn Mislêh kurê Ebdullahê Şîrazî helbestvan, nivîskar û alimekî Îslamê ê faris yê îranî ye.

Sedî navbera salên 600 heta salên 615 qemerî hatîye dinyayê. Texelusa (navê wî di helbesta da)sedî ku ji nave etabek mizeferedîn sedî kurê ebubekir kurê sedê zengî hatîye girtin. Di ciwanîya xwe da çû ye xwendîngeha nizamî ya bexda yê û wira li Iraqê ders xwendî ye. Xwendîna wî li bara edeb û fiqh u hikmetê da bûye. Piştî wê çûye Şam û merakêş û hebeşê û hicazê bo seyranê û piştî wê vegerîye şirazê li Îranê li welatê xwe . dest bi nvîsandina berhemên xwe kirî ye. Wî di sala 655 qemerî de berhema xwe ya yekem bi navê sedîname an jî bûstan name nivîsîye. piştî wê di sala 656 de berhema xwe ya duem nivîsîye binavê gulistan. Ji xeynî wana sedî berhemên din ji nivisî ne weke xezelîyat, qesayîd, ribaîyat, ku hemî wana navê awayek ji helbesta e. Sedî navbera sala 690 ta 694 lî şirazê çû ye ber dilovanî ya xwedê.

Berhemên Sedî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. Bûsta anji sedîname (helbest)
  2. Gulistan (nivisî)
  3. Hin helbestê wî bi erebî
  4. Mielemat û miselselat û tercîhat (helbest)
  5. Bedayê û hin din ji henê û gelek in Sedî bi zimanê farisî û erebî helbest digot.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]