Sedat Edip Bucak

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sedat Edip Bucak (jdb. 1960) serokê cerdewanan (bi tirkî: korucubaşı), bersûcê bûyera Susurluk a ku têkiliyên dewletê û mafyayan derxistibû holê, parlamentere berê yê DYP ya ku polîtîkayên rastgîr diparêze ye.

Bi eslê xwe kurd e. Gorî rojnameyan xwedî 10.000 cerdewanan e û li dijî kurdperweran têdikoşe. Navê wî di gelek bûyerên tarî, kirêt û bêsinciyê de derbas bûye. Gorî hin îdîayan bi saxî kurd avêtine patosê. Li dijî wî gelek dozên eroîn, kokaîn û haşhaşê hatine vekirin. Tê gotin ku ji ber ku endamê JİTEM e, dewleta Tirk wî diparêze, nahêle were darizandin[çavkanî hewce ye].

Navê Bucak di gelek îdîayan de derbasdibe[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Veguhastina madeyên raxwarinê (eroîn hwd) ji Asya nêzîk, bi alîkarî û teknîka dewleta Tirk berî bi Ewropa
  • Kuştin û windakirina zêdetirî 3.000 Kurd
  • Plansaziya veqetandina zaraveyên kurdî ji hevûdu û berehevkirina Kurdan
  • Îlankirina herêma federal a bi navê Bucakistan (Ji Dîlok, Rihayê heya Dersîmê herêmeke Kurdên Zazakîaxêv, Tirkoman û Ereban, bi Tirkiyê ve girêdayî li dijî Kurdan)
  • Bûyera yan skandala Susurluk
  • Têkilî bi kadroyên sereke yên MİT, MHP û JİTEMê re
  • Xerac, mêrkujî li Siwêregê li dijî eşîrên din
  • Gefa kuştinê û gilîkirina li Leyla Zana
  • Kuştina parlamenterê kurd Mehmet Sincar[çavkanî hewce ye]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]