Sedat Yurtdaş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sedat Yurtdaş
Jidayikbûn1961 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Perwerde
  • Zanîngeha Stembolê Beşa Dadnasiyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Meqam
  • endamên Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Sedat Yurttaş (jdb. 1961) parêzer û siyasetmedarekî kurd e.

Yurtdaş serokê Navenda PEN a Kurd[çavkanî hewce ye]. Di sala 1961ê de li Amedê hatiye dinyayê. Dibistana seretayî, navîn û lîse li Amedê xwend. Di ber xwendina xwe re demeke dirêj di gelek karên giran ên cûr bi cûr de xebitî. Dû re Zanîngeha Stembolê Fakulteya Hiqûqê qedand û li bajarê Amedê dest bi karê abûkatiyê kir.

Di hilbijartina giştî ya sala 1991ê de, di îtifaqa HEP û SHPê de mîna parlamenterê Amedê hat hilbijartin. Lê, piştî ku di 1994an de DEP ji aliyê Dadgeha Bingehîn a Dewletê ve hate girtin, bi tevî S. Yurtdaş ve parlemteriya 13 hevalên wî jî betal bû û hate girtin. Piştî ku 16 mehan di zîndana Ulucanlar ya Enqereyê de girtî ma, cezayê 14 mehan lê hat birrîn.

Niha li Amedê dijî.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Orkestra Yeni Ezgiler Çalacak, Helbest – Weşanên Belge, bi tirkî, 1992.
  • Bir Gensoruda Parlemento Gerçeği, Bîranîn – Weşanên Yurt, bi tirkî, 1993.
  • İnsanlar Düşünceler Kavgalar, Bîranîn – Weşanên Öteki, bi tikî, 1996.
  • Remo: Bitmeyen Sorgu, Roman – Weşanên Çiviyazıları, bi tirkî, 1998.
  • Xelat, Çîrok – Weşanên Siyê, bi kurdî, 2002.
  • Kevoka Xeyalî, Çîrok - Weşanên Elma, bi kurdî Stenbol, 2012.
  • Kefaret, Çîrok - Weşanên Lis, bi kurdî 2012.