Sedrenc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Texteyê sedrencê
Kevirên sedrencê (ji çepê): şah, keleh, şalyar, leşker, hesp û fîl
Du yarîkerine sedrencê di nîgarokeke farîsî ya sedsala 16-an de
Wilhelm Steinitz, yekemîn qehremanê cîhanê yê sedrencê (1886).
Viswanathan Anand, qehremanê cîhanê yê sedrencê yê îro.

Sedrenc (ji sanskrît catír anga, "ji çar parçeyan pêkhatî (anku, ji çar parçeyên leşkerî pêk tê: fîl, erebe, siwar û piyade)" [1], bi erebî û farisî: shatranj) kişik, şetrenc an jî şaxmat lîstikeke gelek kevn a ku ji Hindistanê hatî di sedsala şeşan de ji aliyê faris û ereban ve li Kurdistan û Ewropayê hate belavkirin. Ev lîstik ji bo du kesan e û her yek ji yarîkeran bi 16 keviran li ser texteyekî çargoşe dilîzin.

Sedrenc, li Kurdistan di dema Medîya de di sale b.z. 588(li gor hin gotinna jî tê gotin 645) û hwd de hat kifşkirin. Di wê demê de, yekî ku kal, weke dîyarî, ku di deme ku herkesek dike ku diyeriyekê bide key, ew jî, tê û wê diyarî key dike. Piştre key, ku herê dike êdî wî kalî jî li qasra xwe radigirê heta ku ew li jîyanê dimêne. Piştre li Kurdistanê, weke kevneşopîyekê di domê. Lê î ro, di çerçova cihanê de bûya listikeka aqil. Mîrê bota, di deme Mem û Zînê de, dileyizê. Ahmedê Xanî, wê dihêne ser ziman.

Sedema vê lîstikê ev e ku yarîkerek şahê yarîkerê din kiş bike heya ku şah nekaribe bi cih bike. Lê belê, koka lîstikê pir remzî ye: şerê di navbera yê spî û yê reş de, ronahî û tarî, roj û şev...

Kevirên sedrencê[biguherîne]

Di lîstika sedrencê de 16 kevirên spî û 16 kevirên reş tên bikaranîn. Yarîkerê ku bi kevirên spî dilîze lîstikê destpê dike. Navên keviran ev in:

Texteyê sedrencê[biguherîne]

Texteyê sedrencê çargoşe ye û ji 64 kareyên spî û reş pêk tê.

Yaneyên sedrencê li Kurdistanê[biguherîne]

Li Kurdistanê gelek yaneyên sedrencê hene. Du ji wan Yaneya Gare ya Dihokê û Yaneya Pêşmerge ya Silêmaniyê ne [2].

Yaneya Gare[biguherîne]

Yaneyeke sedrencê li Dihokê ye. Çend ji endamên vê yaneyê ev in: Karîn Kemal, Çinar Wirya, Zuha Mihemed û Mihina Se'ed.

Yaneya Pêşmerge[biguherîne]

Yaneyeke sedrencê li Silêmaniya Başûrê Kurdistanê ye. Beşdarên di hinde qehremaniyên sedrencê de Îmam Hesen, Dilpak Îsma'îl, Rena Se'ed û Zeyne Basil in.

Qehremanên fermî yên cîhanê yên sedrencê[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  1. Michael L. Chyet: Ferhenga kurmancî-înglîzî.
  2. Rojnameya Evro, 195 (2007), Dihok
Wiki letter w cropped.svg Ev gotar şitlek e. Heke tu bixwazî berfireh bikî, biguherîne bitikîne. (Çawan?)