Sefera xaçperestan a sêyem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Richard û Silhadin ceng dikin e. Nîgarak di 1340an de

Sefera xaçperestan ya sêyem (1189-1192) seferakê Xaçperestanê, ango xiristiyanen, ji bo Orşelîm ji misilmanan ji Selahedînê Eyûbî kurd bistinin hati bû ava kirin. Ew ji aliyên keyê fransî Philippe II (fr; en) ("Augustus"), keyê înglîzî Richard I ("Lionheart", ango "Dilşêrî") û împerator Friedrich I, împerator Romê ya Pîroz (de; en) ("Barbarossa") hatî bû der xistin. Lê derva bajarê Akka Xaçiyan serkeftî na bûn û kaiser Friedrich di dema seferê de mir.

Sedem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dûv Sefera xaçperestan ya duyem bê serkeftî bûbû re dewletên ji pê Sefera xaçperestan a yekem re hatinî sazkirin ji aliya misilmanan de dihat zor kirin. Di 1154an de Nûredîn ji xanêdanê Zengiyan de Şam dest xwe xist û kira paytexta xwe. Di 1169an de Nûredîn Selahedînê Eyûbî û apê wî Şêrko va şandina ser Şovalyeyên xaçperestanê Misir û Fatimiyan. Selahedînê Eyûbî û apê xwe va bi dawî di 1171an de Qahîre ji xanedanê Fatimîyan stand. Selahedînê Eyûbî xwe li wir wek siltan da zanîn û dewleta Eyûbî saz kir. Paş Nûredîn di 1174an de mir re Selahedîn Şam, ji pê re jî Sûrî bi piranî dest xwe xist. 1183an de Heleb, çend salan ji pê re jî Mûsil hundura dewletê kir. Ji pê re dewletên misilmanan li dor beşdara dewleta xwe kirin şunda çarxe ser dewletên ji pê Sefera xaçperestan a yekem re bi destî xaçperastan hatî sazkirinî bû. Li Filistîn, di 4'e tirmehê 1187an de, wî artêşa Xaçan di Şerê Hetînê de bin xist. Ji pê re Selahedîn Keyaniya Orşelîmê bi piranî dagir kir. Di 2'e kewçêrê de jî Orşelîm vegirt. Wê demê Selahedîn derve çend bajarên wek Trablûs û Antîoxeia (Entakya) bi piranî ji Xaçperestan standin. Kengê Ew nûçeyê Selahedîn Orşelîm vigirtiyî gehîşta Ewropa, li Ewropa tevliheviya mezin bû û Papa Urbanê duyem ji wê sedemê de mir. Papayê pê wî re hatî ji bo seferakê Xaçî bang kir.

Sefera Friedrich Barabarossa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ji pê banga Papa re heman Împeratorêîmperatoriya Romê ya Pîroz, Friedrich I di 27'e kewçêrê 1188 li Mainzê xaç hel girt û derketa seferê ye. Pê wî re keyê Înglistanê Richard I (Dilşêrî) û keya Fransayê Philippe II (fr; en) jî derketina sefereyê ye. Friedrich şuna çûna bi keştiyan ser Derya Navîn re arteşa xwe bi paya di Balkan û Anatolya re derbaza Anatoliya kir. Derên derbaz dibûn re Friedrich bi xwe re jî leşker komdikirin. Kengê Mecaristan jî xelas kirin leşker gehîştî bûn nêzî 100.000 kes. Împeratorê Romê Isaakios II Angelos (en) pêşîn ji bo ser Konstantinopolis di tengavê derbaz bûne re destûr na de. Paş Friedrich Hadrianopolîs ji Rûm stand re wî destur da. Anatoliya wê demê bi piranî dest misilmanan û dewlata Selcûqiyan de bû. Dema Şovalyeyên Xaçan hatina Anatolya Selcûqiyan gelek êrîşa Xaçan kir. Lê, di gulanê 1190an de Friedrich û Xaçperestan paytexta Selçûqiyan Ikonion (îroj, Qonye) dagir kirin. Lê di 10'e tîrmehê de Friedrich kengê di çemê Göksure derbaz dibû di wir de fetisi ye. Artêşa xweya germen bi piranî vegerîyana Almanya. Friedrich V, lawê Friedrich Barbarossa, bi leşkerên berman va dewama sefere kir û di 1190an de gehîşte Akka ye.

Richard I û Philippe II[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Richard I û Philippe II di tîrmehê 1190an de li Marsîlya ji bo hena Sîsîlya û zivistanê lê derbaz kin di derya re derketine sefere. Dûv zivistanê re Philip 30'e adarê 1191an de ji bo hera Filstîn li Sîcîlya der ket. Richard pê wî re encax di 10ê nîsanê li Sicilya der ket. Lê keştîyen Richard ji bo bahozakê nêza Kîpros bûn. Li wir mîrzayê Kîpros Isaakios Komnênos (en; tr) dê û jina Richard dîl hel girt. Richard û leşkerên xwe çûna Rodos e. Ji bo dîlan bifilitînin Richard û leşkerên xwe êrîşa Kîprose kirin. Richard girav çend rojan de ji Isaak stand. Di avrêlê 1191an de Philippe û Richard li Tîros (ar; en) gehîştina hev. Richard û Philippe teva Xaçiyên Akka dorpêç kirinî bûn. Ew dera di gelawêjê 1189an de bin dorpêçkirina Guy de Lusignan (fr; en), keyê Keyaniya Orşelîmê, de bû. Guy de Lusignan di Cenga Hattin dîl bû, lê Selahedîn di 1189an de de ew di zindanê de serbbest ber da. Paş leşkerên Friedrich IV hatî bûn ji Akka hîn nikanî bûn dagir kirinî bûn.

Paş Philippe û Richard jî hat bajar di derya da jî bi tunî hat dorpêç kirin. Di bajer de peroka naxweşiyê derketî bû û kêmaviya nan û avê derketî bû. Di wê sedemê de bi dawî di tîrmehê de Selahedîn û Xaçperest ji bo bajer li hev hatin. Gorî wê peymanê, xaçperestan ji bo misilmanekî serekê mezin xastin. Dûv re dane wê hêdî bû Richard di 22'e gelawêjê 1191an de 2700 misilman bi ser jê kirine kuştin. Dûv wê re Selahedîn pir sor bû leşkerên xwe şunda çerxa ser Akka kirin. Lê, pê re leşkeren xwe ji bo bajer biparastin biri ne Orşelîm e. Xaçî li Akka man û ji bo kî dike lipêş bi Keyê Orşelîm be berhevdan. Bi dawî ewna wiha li hev hatin; pêşîn Guy de Lusignan dike bi key be, kengê ew mir jî Corrado del Monferrato (it; en) dike bi key be. Ji bo ve bîryarê Philippe II welatê pîroz terikand û vegeriya Fransa ye.

Sefera Richard[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Paş Philippe çû re Richard dewama sefere kir û beravên navbera Tîros û Yafa (ar; en) ji Selahedîn standin. Ji bo Orşelîmê ji misilmanan bistînin wî artêşa xwe çerxa ser Orşelîm kir. Kengê, Richard Yafa hel girt, beraftin ji bo peymanê navbera Selahedîn û Richard dest pê kir. Ji bo wê Selahedîn birayê xwe El Edîl şande Yafa. Lê ew bê serkeftî bû. Di pûşperê 1192an de Selahedîn Yafa ji Richard stand, lê ew nêzik şunda bi dest xaçperestan ket.

Richard û Selahedîn ji bo Orşelîm gelek caran ceng kirin. Ji bo li ber Orşelîm Richard di wa hin cengan de bin ket, bi dawî ji Orşelîm vegerî ye. Di 2'erezberê 1192an de Selahedîn û ji bo peymanekê li hev hatin. Gorî wê, derên Richard li beravê Felestin dagirkirinî dike dest xiristîyanan de bime ye û Orşelîm jî dike dest misilmanan de bime ye, lê xaçperestên bêçek dike bikanin ji bo Hecê hena Orşelîm e. Serve, gorî peymana, navbera herdu siltanan de dike sê selan aşi^ti he be. Richard di dawiya rezberê de Felesyin terilkand û Sefera Xaçiyayê Sêyem xelas bû.

Dûv Sefera Xaçiyayê Sêyem re[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Orşelîm dest misilmanan û Selahedîn ma. Lê, Keyaniya Orşelîmê vê care bi paytexta Akka şunda hat saz kirin.