Sefiyedînê Erdebîlî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sefiyedînê Erdebîlî
Navê rastî
صفی‌الدین اردبیلی Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Jidayikbûn1252 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Mirin12 îlon 1334 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Erdebîl Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Cihê goristanêSheikh Safi al-Din Khānegāh and Shrine Ensemble Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîÎlxanî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Zarok
  • Sadr al-Dīn Mūsā Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dê û bav
  • Amin al-Din Jebrail Li ser Wîkîdaneyê biguhêre (bav)
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge
Dergeha Şêx Sefiyedîn

Şêx Sefiyedîn Îsheqê Erdebîlî, (z. 1252 - m. 1334) kurdekî[1][2][3][4] navdar e ku terîqeta Sefewiye ava kiriye û navê dewleta Sefewiyan ji navê wî tê. Şagirtê Şêx Zahid Gîlanî yê damezrînerê terîqeta Zahidiyeyê bû. Melayekî pir zana bû. Sefiyedîn Îsheq dibe kalikê Şah Îsmaîl. Şêx Erdebîlî bi zimanê azeriya kevn (pir nêzîkî kurdî ye)[5] û farisî helbest nivîsandine. Tê gotin ku Erdebîlî bi kurdî jî helbest nivîsîne. Helbestên hatine parastin binavê Dubeytî tên nasîn.

Li gorî Mînorskî, kalikê Şêx Erdebîlî mirovekî zengîn bû ku li Gilanê dijiya. Piştre jî qralên kurd herêma Erdebîlê dane wî.[4] Li ser nivîsekê secera Erdebîlî halo hatiye nivîsandin : Şêx Sefiyedîn Ebû Fetah Îsheq kurê Şêx Emîn Cebraîl kurê Salih Qudbedîn Ebûbekir kurê Selahedîn Reşîd kurê Mihemed Hafizê Kelamellah kurê Cewad kurê Pîroz Şahê Kurdê Sencanî (Pîroz Şah Zêrînê Sencanî).[6]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Richard Tapper, Frontier nomads of Iran: a political and social history of the Shahsevan, Cambridge University Press, 1997, ISBN 978-0-521-58336-7, p. 39.
  2. ^ EBN BAZZAZ Encyclopedia Iranica
  3. ^ Muḥammad Kamāl, Mulla Sadra's Transcendent Philosophy, Ashgate Publishing Inc, 2006, ISBN 0-7546-5271-8, p. 24.
  4. ^ a b Minorsky Vladimir, The Turks, Iran and the Caucasus in the Middle Ages. Preface by J.A. Boyle. Variorum Reprints, London 1978; page 517-518
  5. ^ "Payvand News". Ji orîjînalê di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 18 hezîran 2011.
  6. ^ Z. V. Togan, "Sur l’Origine des Safavides," in Melanges Louis Massignon, Damascus, 1957, III, pp. 345-57