Seher Resayî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seher Resayî, nivîskareke kurd e ku di sala 1980yî de li bajarê Merîwanê, li rojhilatê Kurdistanê hatiye ser dinyayê. Ew îro derveyî welêt dimîne û ji sala 2003yan ve li Stockholma patexta Swêdê dijî.

Seher Resayî bi soranî û farisî[çavkanî hewce ye] dinivîse, lê yekem pirtûka wê ya kurteçîrokan a bi navê Kesî bi qasî min ji te hez nekir ji layê Osman Mehmed ve hate wergerandin bo kurmancî û bi tîpên latînî[1]

Pirtûka wê ya pêşîn Kes wek min toy xoş nawê (Kesî bi qasî min ji te hez nekir) li başûrê Kurdistanê ji Weşanxaneya Aras belav bû. Herwiha pirtûkeke wê ya hevbeş ligel Hîwa Qadir heye ku ji nameyên evînî pêk tê bi navê Bonî şerab le henasem dêt (Bêhna şerabê ji nefesa min tê).

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Seher Resayî (2013). Kesî bi qasî min ji te hez nekir. Weşanên Avesta, Amed-Stembol. Wergera ji soranî û farisî: Osman Mehmed. Çîrok e. ISBN: 978-605-5279-45-5