Sehne (navçe)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Sehne (şaristan) hat beralîkirin)

Şaristana Sehne yek ji navçeyên parêzgeha Kirmaşanê ye li Rojhilatê Kurdistanê ku bi dewleta Îranê ve girêdayî ye. Ev şaristan xwedî du herêman e ku bi navê herêma navendî ya şaristana Sehneyê û herêma Dînewerê. Navenda vê şaristanê bajarê Sehneyê ye ku 50 kîlometreyan ji Kirmaşanê dûr e û li cem parêzgeha Hemedanê ye.

Herêmên şaristana Sehneyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajar: Sehne
Bajar: Miyanriyan

Ziman û ayîn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelê şaristana Sehneyê bi zaravayê kurdî yê lekî diaxivin. Ji layê dîn û mezhebî ve jî xelkê vir bêhtir bawermendên yaresan in û hindek jî şiî hene. Her wisa ev bajar xwedî behaiyet û cihû jî hene. Navdartirîn şexsiyetê vî bajarî Dînewerî ye. Her wisa kesê yaresan Seyîd Celîl Elî Nejad muzîsyenê herî baş ê tenbûrê ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]