Selîm, Qers

Navçeya Selîmê
Selim
Cihê Selîmê di parêzgeha Qersê de
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Qers
Serbajar Selim

Hejmara bajarokan 1 bajarok
Hejmara gundan 52 gund

Gelhe (2009) 24.873[1] kes
Rûerd 1.011 km2
Berbelavî 24,60 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 4.617 kes
Koordînat 40°27′51″Bk 42°47′26″Rh / 40.46417°Bk 42.79056°Rh / 40.46417; 42.79056
Bilindayî 1.855 m
Koda postayê 36900
Koda telefonê (+90) 474
Selim li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Selim
Selim
Selim (Tirkiye)

Selîm yek ji navçeyên Qersê ye. 31 km dûrî Qersê ye. Di sala 1957'an de bûye navçe. Li ser riya hesinî ya di navbera Erzerom û Qersê de ye.

Di sala 1920´î de ketiye bin dagirkeriya Komara Tirkiyê. Filehên herêmê bi tevayî hatine qirkirin û dêr û bermahiyên wan hatine rûxandin û talankirin. Niha niştecihên herêmê bi tenê Kurd in. Girêdayî Selîmê 52 gund hene. Di sala 1995'an de çend gundên kurdan, sedama "ewlekariyê" bi giştî hatine valakirin. Wekî gundê Yilanlî.

Nifûsa navendê 5.110 û bi giştî jî 26.374 (sala 2000´î). Aborî li ser xwedîkirina sewalan û çandiniyê ye. Li herêmê 6.000 kewarên mozhingivê hene.

Li herêmê Dûgela Tirk ji bo mezinan kursên Tirkî lidardixe. Gel bi zaraveyê kurmancî diaxive û di aliyê olî de sunî ne.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Harita Umum Müdürlügü 1:800,000 (1934).
  • "Köylerimizin adlari" (1928).