Selahedîn Çelik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Selahedîn Çelik
Jidayikbûn1957 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Selahedîn Çelik an Selahattin Çelik (jdb. 1957 li Bakurê Kurdistanê) nivîskar û rojnamevanekî kurd e. Yek ji kadroyên PKKê yên beriya salên 1980'yî bû. Niha wekî penaber li Almanyayê dijî.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di dema ku PKK nîne û alîgirên wê bi navê "Apocu-Apoyî" tên binavkirin, Çelik jî di nava wan de ye. Di PKKê de di karê rojnamevanî û medyayê de pirr dixebite. Di rojnameya Özgür Gündem, Özgür Politika, Med TVyê de kar dike.

Ji ber tercîhên xwe ji PKKê vediqete, li Almanyayê bicih dibe. Demekê bi navê Însiyatîva neteweyî ya demokrat xebatekê lidardixe lê paşê xwe dide nivîsandina pirtûkan û rojnamevaniyê.

Sala 1999î ji aliyê komekê ve êrîş lê tê kirin. Gelekan gotin sîmpatîzanên PKKê kirine lê wî daxuyanî da medyayê, got "ew kesên êrîş anîn ser min ji aliyê axavtin, dirûv û helwestê ve dişibiyan rastgirên tirkan". ERNK û saziyên din ên PKKê jî êrîş şermezarkirin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Den Berg Ararat versetzen - Çiyayê Araratê barkirin (2004/2007) bi almanî û tirkî pirtûkeke analîtîk li ser tevger û têkoşîna kurdan
  • Verbrecher Staat : der "Susurluk-Zwischenfall - Dewleta xwînmij: Skandala Susurlukê
  • Verflechtung von Staat, Unterwelt und Konterguerilla in der Türkei - Destebiratiya dewlet, mafya û kontrgerîlayê

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]