Seleteya fringî û merzekewê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya fringî û merzekewê seleteyek ji koma seleteyên fringiyê ye. Li hin deveran bo fringiyê, firingî, tomatos, pamîdor, bacanê sor jî dibêjin. Merzekew bi latînî lycopersicon esculentum e ku welatê wê Kurdistan û Îran e.

Berkelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Siyaleya xwe amade bikin. Hûn dikarin siyaleya xwe biqelînin jî, li ser daxwaza we ye.

Tomatosan bişon, wekî derxûna quşxaneyê ji wan devangan jêbikin, ango qalpaxan jê jêbikin. Hundirê wan derînin (wekî ya kutilkan, dolmehan). Hundirê wan bi xwê û îsota reş mist bidin (firikandin).

Ava siyaleyê bidarivînin, hûr hûr hûrbikin. Sîrê bikutin. Merzekewa xwe bişon, ava wê bidarivînin. Penîrê bipişirînin. Pîvazê kûbîkî jêbikin. Nîvê merzekewê hûr bikin. Di badiyekê de, penîr, pîvaz, sîr, siyale û merzekewê tevlîhev bikin. Xwê, îsota reş û ava lîmonê jî berdinê. Viya di sarincokê de bi qasî 1 katjimêr rawestînin.

Vê sosa we amade kiriye, têkin nava fringiyan, dabigirin. Ser wan jî bi pelên merzekeyê bixemilînin. Seleteya we êdî amade ye.