Seleteya kahoyê ya bigoşt

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya kahoyê ya bigoşt, ji koma seleteyên bigoşt, seleteyek e. Li hin deveran ji kahoyê re kahû, xas an xes jî dibêjin.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 350 gr fîleta cilûxê (elok)
  • 1 kevçî sosa soyayê
  • 1-2 kevçî gezo (hingiv)
  • 1-2 kevçî ava lîmonê
  • 1 çinîk/serî/heb kaho
  • 1 kevçî dendikê gulberojê (bêî qalik)
  • 250 gr firingiya (tomatos) nokî (hûrik)
  • 1 arûf (xiyar)
  • 1 qutî lazût (garis) konservekirî yan teze û xaşandî
  • 1 baq pîvaza teze
  • 1 kevçî sirke
  • 2 kevçî rûnê ron
  • 1 kevçî rûnê tîr (margarîn)
  • Îsota reş, xwê

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Goştê xwe ziravane tîke bikin. Di badiyekê de gezo (hingiv), sosa soya, ava lîmon, xwê û îsota reş tevlîhev bikin. Ango jê sosa xwe çêbikin. Viya berdin ser goştê xwe û di sarincokê de bi qasî 20-25 deqe bidin sekinandin.

Dendikên gulberojê di rûnbirêşkekê de hinekê biqelînin (zêde be dişewite). Kaho, tomatos (bacanê sor) û xiyarê pakij bişon, kahoya xwe hûr bikin. Ava lazûtê bidarivînin, pîvaza teze zitavane hûr bikin.

Sirke, xwê, îsota reş û rûnê ron tevlîhev bikin û bihêlin bila hinekê bisekine. Margarînê di rûnbirêşkekê de bihelînin. Goşt bi qasî 3 deqeyan biqelînin, hinekê bihêlin sarbûnê.

Di binikeke mezin de kaho, tomatos, hiyar û lazûtê, bi tevî sosê tevdin. Pîvaza teze û dendikan tevlî bikin. Goştê xwe li ser seleteyê daynin û bo xwarinê bînin ser destexaneyê (sifreyê).