Seleteya nexweşan

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Seleteya nexweşan, seleteya kuvarkê, seleteya şîvê cure seleteyek ji pêjgeha kurd e.

Berkelî (bo çar kesan)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 100 gr kuvark (karok, kakvîk)
  • Kulmeke riz (birinc)
  • Nîvê kulmê polik (baqilê xatûnî, latînî pisum sativum)
  • 8 xiyarên tirşiyê
  • Nîvê kulmê lazûtê (garisê) xaşandî yan konserveya wê
  • 1 gizêr
  • Nîvê stekanê (qedeh) rûnê zeytê
  • Ava nîvê lîmonê
  • Xwê
  • Biharbêhn (biharat) (li ser daxwazê ye)

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Rizê bişon, kevçiyek rûnê gulberojê tevlî bikin û bi ava germ bikelînin.
  • Di binê ava sar de bidarivînin.
  • Polik, lazût, gizêrê tîke bikin û berdin serê.
  • Kuvarkên xwe di nava lîmonî de bixaşînin û bi tevî xiyarên tirşiyê tevlî bikin, tevdin.
  • Di badiyekê de ava lîmonê, xwê û rûnê zeytê tevdin wekî çêncê (sosê) berdin ser seleteyê.
  • Seleteya xwe bo xwarinê bînin ser destexaneyê.