Selim Çürükkaya

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.


Selim Çürükkaya
Jidayikbûn1 kanûna paşîn 1954 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
HevwelatîTirkiye Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Selim Çürükkaya (Rovî) (jdb. 1954, li Tûnst a Mûsiyan a Darahênê, Çewlîg) siyasetmedar, nivîskar û endameke kevn ê PKKyî ye.

Li Dersîmê perwerdeya mamostetiyê dît. Di ciwaniya xwe de tevlî têkoşîna azadiya Kurdan dibe û tevlî PKKyê bû. Di gulana 1980î de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirk ve hate girtin. Li Zîndana Amedê, rastî gelek êşkenceyan hat.

Ji ber têkoşîna xwe bo mafên Kurdan 28 sal ceza girt. 11 salî zêdetir li zîndanê dimîne û di sala 1991î de hat serbestberdan.

Bi qasî demekê dirêj li kampên perwerdeyê yên PKKê ma. Li Ewropa xebatên legal û rewa kir. Ji ber nakokî û nêrînên xwe yên taybet ji PKKê veqetî û dijberiya wê kir. Wekî penaber bi tevî malbata xwe li Almanyayê dijî.

Niha birêvebiriya malperekê dike û birêkûpêk ji hin malper û rojnameyan re dinivîsîne. Herwiha çend pirtûkên wî jî hatine weşandin.

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • O Türküyü söyle (wê stranê bistrê), weşanên Komal
  • Beyrut Günlüğü, Apo'nun Ayetleri (rojînnameya Bêrûtê, Ayetên Apo), weşanên Doz
  • Sırlar Çözülürken (Di eşkerebûna sirran de)
  • Demirci Kawa ve çağdaş Kawa Destanı (Destane Kawa yê Hesinker û Kawa yê hevdem)
  • Beni yıldızlara Gömün (Min li stêrkan bigorînin)
  • Güvercini de vurdular (Kevok jî kuştin)
  • 12 Eylül Karanlığında Diyarbakır Şafağı1- 2 (Di tariya îlonê de berbanga Amedê)
  • PKK: die Diktatur des Abdullah Öcalan, Fischer Verlag
  • Susmak ölmektir (Bedengi mırıne)
  • Sing That Song (ingilizi)
  • Veywek (Dokumenter film)