Sembîsek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Sembîsek, kilorek ji pêjgeha kurd e. Du awayê wê qijilandinê hene, sembîseka di rûnbirêşka derxûnvekirî (qalpaxvekirî) de tê çêkirin û ya derxûngirtî de. Cemşîd Bender wekî sembîseka vekirî, sembîseka girtî, binavkiriye.

Bi bandora asîmîlasyonê li bakurê Kurdistanê jê re şam boregi jî dibêjin. Boreg di kurdî de navê cureyekê kilorê ye ku jê re bi romî (tirkî) kürt böregi (kilora kurd) dibêjin. Gelek tevlîhevî derdikevin. lewra zimanzanên kurd nav û têgînên pêjgeha kurd standard nekirine.

Cureyên sembîsekê yên navdar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berkeliya (melzemeyê) 'sembîseka vekirî'[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1 hêk
  • 2,5 SA (stekana-qedeha avê) ard (arvan)
  • 1/2 SA av
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
  • 1 SA rûnê zeytê

Bo hundirê wê;

Çêkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di badî yan teştekê de, goştê kişandî, pîvaza ziravkî hatiye hûrkirin û melzemeyên din ên bo têkela hundir in, tevlîhevbikin. Ard li bêjingê bidin, bila ardik, girar, gilorik tê de nebin.

Nava ardê vebikin, xwê, hêk û berdinê. Ji devedorê ard bikin li ava navê zêdebikin, bi vî awayî bistrên. 20 girikan amade bikin. Potek (çat, caw) şil bavêjin ser girikan, bila girikên hevîrê 20 deqe di bin de bimînin.

Girikan vebikin, bikin pelhevîrk (şikeva). Ji pelhevîrkan gloverikên bi qasî binika stekana (qedeh) çayê çêbikin. Nava van gloverika bi têkelê dabigirin. Perê wan bi ser de bigirnijînin (qat bikin. Di rûnbirêşkê de bi rûnê zeytê biqijilînin.

Sembîseka girtî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Derxûn ango devanga quşxane yan rûnbirêşkê tê girtin, bi vî awayî tê sorkirin.