Serûpê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn
Serûpêya çorsane, ango sade
Serûpê yan bi zimanê ermenî û ewropayiyan xaş
Serûpê, komir, av û nanê loş
Dîmenek ji serûpêyê

Serûpê cure xwarineke bigoşt ê quşxaneyê ye. Di pêjgeha kurd, herwiha ya gelên cîran de cihê wê heye. Ji serî û pêyên pez an dewaran tê çêkirin. Ji ber ku amadekirina wê gelek dijwar e dem jê re pêwîst e, herwiha pez-dewar jî ne erzan in, îro wekî xwarineke biqîmet tê dîtin.

Kurd ji cureyekê wê re dibêjin narîn an norîn û vê xwarinê wekî "serûpêya filehan / ermeniyan" jî binavdikin.

Serûpê yan xaş[biguherîne]

Ermenî jê re xaş (Խաշ) dibêjin ku ji lêkera xaşelê tê, ango xaşandin. Li Ewropayê ev xwarin pirranî wekî xwarineke ermeniyan tê zanîn, jê re khash (xaş) dibêjin. Tirk û fars jî kalla paçe, kelle paça dibêjin. Li Afxanistan, Kurdistan, Pakistan, Hindistanê jê re serûpê (sîr û pa, sîrî pad ûww) tê gotin.

Dibêjin ev xwarin ji Hindistanê belav bûye, wextekê xwarina zadeganan bûye. Ji bo tenduristiyê baş e, bi taybetî bo kesên ku ba di jinûyên (çokên) wan de hene. Helbet divê mirov bi gotî û temiyên bijîşkan tevbigere, wan jî pejirandin, bixwin.

Serî û pêyên ajalê tên pakijkirin, pûrta wê jê dibin û bo demekê dirêj dikelînin. Gava êdî çerm û hestî ji hev qetiyan, êdî amade ye.

Gelek tişt dikevinê, li ser daxwazê herwiha gelek jî biharat tevlî dibin.

Binêrin[biguherîne]

Çavkanî[biguherîne]

  • W.W.Pochljobkin: Nationale Küchen - Pêjgehên neteweyî. Verlag für die Frau, Leipzig 1988. S.133 ff. ISBN 3-7304-0053-3 (almanî)

Girêdanên derve[biguherîne]