Sergey Yesenîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Sergey Yesenîn
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Konstantinovo (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Mirin
Cihê goristanê
Vagankovo Cemetery (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Navê rastî
Сергей Александрович ЕсенинLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Rûsyaya Çarî, Komara rûsî (en), Russian Soviet Federative Socialist Republic (en), Yekîtiya Komarên Sovyet ên SosyalîstLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Perwerde
Pîşe
Salên çalak
Hevjîn
Anna Izryadnov (d) (ji heta )
Zinaida Nikolaevna Rajh (en) (ji heta )
Isadora cucan (en) (ji heta )
Sofya Yesenina-Tolstaya (d) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Zarok
Tatyana Yesenina (en)
Alexander Esenin-Volpin (en)
Konstantin Yesenin (d)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyên hunerê
Helbest, verse (en), narrative poetry (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Dengê qeydkirî
şanenava Sergey Yesenîn
Şanenav
Wêneyê goristanê

Sergey Aleksandrovîç Yesenîn an bi kurtî Sergey Yesenîn, carinan Sergey Esenîn jî tê nivîsandin (bi rûsî: Серге́й Алекса́ндрович Есе́нин; jdb. 3ê çiriya pêşîn a 1895an, Konstantinovo - m. 27ê kanûna pêşîn a 1925an, Lenîngrad), helbestvanê lîrîk ê rûsî ye.

Jiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yesenîn ku jê re "Pûşkînê Nû" dihate gotin, kurê malbatek gundî bû. Zarokahiya xwe li mala kalikê xwe li gund derbas kiriye. Di neh saliya xwe de helbesta xwe ya yekem nivîsandiye.

Di heftdeh saliyên xwe de di sala 1912an de ji gundê xwe vediqete û diçê Moskovayê, paşî jî berê xwe dide Lenîngradê. Li herdu bajaran jî bi gelek helbestvan, nivîskar, hunermend û şoreşvanên wek Aleksandr Blok, Sergey Gorodetskî, Nîkolay Klyuyev û Andrey Belî re dostanî pêk dihêne.

Di sala 1916an de Yesenîn pirtûka xwe ya helbestan a yekem bi navê Rîtûela Mirinê weşand. Pirtûka wî ji aliyê gel ve pir bi xweşî dihê pêşwazîkirin û ew dibe helbestvanekî gelek navdar.

Pênc caran zewiciye. Zewaca xwe ya yekem bi Anna Îzryadnova re dike û ji wê kurekî bi navê Yûrî çêdibe. Zewaca xwe ya duwem bi Zinaida Reich re dike û ji vê zewacê jî keç û kurekî wî yên navên wan Tatyana û Kostantîn çêdibin. Di sala 1922an de cara sêwem bi Isadora Duncan ku reqqaseyek DYA'yî bû re kir. Bi saya vê zewacê li Ewropa û DYAyê digere. Lê ji ber ku Yesenîn zêde bi araqê ve hatiye grêdan vê zewaca wî pirr kin dom kiriye û di sala 1923an de jî vegeriyaye Moskovayê. Heman salê dihê gotin ku zewaca xwe ya çaremîn bi haweyekî ne fermî bi aktrîs Augusta Miklaşevskaya re kiriye. Zewaca xwe ya pêncemîn bi neviya Tolstoy ya ku navê wê Sofia Tolstoy bû re kiriye.

Yesenîn dawiya jiyana xwe bi araqxwurî û bi bêpergalî derbas dike. Di 1924an de vedigere gundê xwe.

Di sala 1925an de li Lenîngradê di odeyeke otêlekê de piştî ku bi xwîna xwe li dîwar helbesta "bi xatirê te hevalê min" dinivîsîne xwe daldiqîne.

Helbestên wî piştî xwekuştina wî pirtir navdar bûn û ji aliyê gelek muzîkvanan ve hatin bestekirin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]