Serhildanên Agiriyê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Serhildanên Agiriyê
  • Serhildan Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Serhiladanên Agiriyê navê çend serhildanên rêxistin û eşîrên kurdan e ku di salên 1926-1930yî de li derdora Çiyayê Agiriyê û li axa Îranê pêk hatine. Ev bûyer bi dema buhrana 1929an tevlî hev bûn û pereyê ku serhildanê bi dawî bike hate xerckirin û mezaxtin, lewra bû sedema krîzê li Komara Tirkiyeyê.[1]

Serhildana Agiriyê ya yekem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya yekem

16’ê gulana 1926'an de eşîrên Soxanlî, Celalî,Heyderî Kizilbaşoxlî, Sorî, Cîlkanli, Bîlhanli, Cinganli; bi Îbrahîmê Bro û hevalên wî ra civiyan û serhildan kirin. Ji Îranê jî 1000 siwarên ku hatin tevlî vana bûn. Operasyonên leşkerî ku vê demê ji aliyê Komara Tirkiyeyê hate pêkanîn bi ser neket. Leşkerên Artêşa Komara Tirkiyeyê vekişya Bazîdê û di meha hezîranê de cardin erîş kirin. Li ser vê êrîşê serhildêrên Serhiladanên Agiriyê çûne Îranê. Komara Tirkiyeyê ji Îranê xwest ku sînor xwe girê bide û tevbîrên pêwîst bigre.

Xoybûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Xoybûn

Xoybûn (Xwebûn)[çavkanî hewce ye] rêxistineke siyasî ya kurdan bû. Ji aliyê Celadet Alî Bedirxan û çend hevalên wî hatiye damezirandin.

Di sala 1924an de, Îhsan Nûrî (paşê Îhsan Nûrî Paşa) ku li Stenbolê perwerdetiya leşkerî dîtibû û di artêşa Komara Tirkiyeyê de kar dikir, li Elkê (Beytuşebab) yê fîrar kir. Di sala 1928an de Îhsan Nûrî Paşa, Ardeşir Muradyan (Zîlan Beg) bi piştevaniya Rêxistina Xoybûn a ku li Sûriyê, dest bi plana serhildaneke nû kirin. Vana grûbeke piçûk çêkir. Kesên ku di grûbê de bûn bi çekên modern hatin techîzkirin. Ttaktîkên leşkerî jî dane wan. Ev grûb ber bi Çiyayê Agiriyê ve çûn û Serhildana Xoybûnê dane destpêkirin. Dema ku ev grûp ber bi Çiyayê Agiriyê ve çûn, bajarên Bidlîs, Wan û cî û warên dora Gola Wanê bi dest xistin û rizgar kirin. Îhsan Nûrî Paşa di navbera salên 1929-1930'yî de Rojnameya Agiriyê derxist.

Serhildana Agiriyê ya duyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di 13ê îlona 1927an de Komara Tirkiyeyê êrişeke leşkerî li dijî vê serhildanê da destpêkirin û leşkerên wê heta sînorê Îranê çûn.

Komara Agiriyê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Komara Agiriyê

Îhsan Nûrî Paşa û Zîlan Beg, bi serokê eşîra Hesik Îbrahîm Axa ra li sînorê Îranê re derbas bûn û serhildaneke nû dan destpêkirin. Serhildêran herêmeke ku di nav de Bazîd jî hebû rizgar û kontrol kirin. Wan bi piştevaniya Rêxistina Xoybûnê li vê herêmê Komara Agiriyê damezrand.

Serhildana Tendûrekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Artêşa Komara Tirkiyeyê di 14-27ê îlona 1929an de bi operasyona Tendûrekê, nehîşt ku Şêx Ebdulqadîr ê ku ji Îranê tevlî serhildanê be. Piştî vê operasyon û êrişa leşkerî, Komara Tirkiyeyê ji bo ku serhildanê bi dawî bike û têkbişkêne, bi biryareke ku di 28ê kanûna 1929an de hildaye, di meha hezîrana 1930yî de artêşekê şande Agiriyê. Vê artêşê di destpêkê de bi serokatiya Salih Omurtak nekarî serkeftineke xurt bi dest bixe. Lê di 26ê gulan-9ê hezîrana 1930yî de bi Operasyona Stewr ve Stewr, Midyad, Cizîrê bi dest xistin.

Di salên 1930yî de Artêşa Komara Tirkiyeyê dest bi serkeftinê kiribû. Di hezîrana 1930yî de bi 10.000 leşkeran ve li derdora Çiyayê Agiriyê bi cî bû. Li her du aliyan jî hijmara leşkeran zêde dibû. Hejmara serhildêran jî gihîştibû 60.000an.

Barzanî bi 1300 mêran ve ji Mûsilê û Simkoyê Şikak ji li Îranê hatine alîkariya Rêxistina Xoybûnê.

Komkujiya Geliyê Zîlan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Komkujiya Geliyê Zîlan

Di 20ê hezîran-12ê tîrmeha 1930yî de ji aliyê artêşa Komara Tirkiyeyê, di navbera Wan û Qerekose (Agirî) de operasyona Zîlan hate pêkanîn. Di dema vê operasyonê da di 12’ê an jî 13’ê tîrmeha 1930'yî de Bûyerên Geliyê Zîlan çêbûn. Gorî rojnamevanên rojnameya tirkî Cumhuriyetê “Li derdora Çiyayê Agiriyê hemî ew gundên ku tevlî serhildanê bûne hatin şewitandin. Niştecihên wan deran koçberî Erdîşê kirin. Di operasyona Zîlanê de qasî 15.000 serhildêr hate kuştin.”[2][3]

Di 16’ê tîrmeha 1930'yî de rojnameya Cumhuriyetê ev bûyer bi vî awayî ragihand: “Li ser Çiyayê Agiriyê balafirên me li ser serhildêran de bombebaranên pir bi hêz dike. Çiyayê Agiriyê di nava agir û teqîn de dizare. Teyrên tirk yên hesin hesaba yaxî û asiyan didê. Geliyê Zîlan heta devê xwe bi termên însanva tijî bûye. ”

Di rapora wezareta derve ya Keyaniya Yekbûyî de ev serkeftin li himberî çendek kesên bi çek û pir kesên ku ne şervan in hat destketin. .[4]

Yaşar Kemal di salên 1950'yî de di hevpeyvînekê de got: dibe ku wextê ez bi bûyerên Geliyê Zîlanê hesiyam, van bûyeran gelek li min tesîr kir. Paşê di romana xwe ya bi navê Deniz Küstüyê -Derya sil bû- de qala van bûyeran kir. .[5]

Di 11’ê adara 2010'î de parlamenterê Diyarbekirê Selahattin Demirtaş û 19 hevalên wî pêşniyarnameyek dan, da ku bûyerên Geliyê Zîlanê bên lêkolînkirin. [6]

Serhildana Agiriyê ya sêyem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

 Gotara bingehîn: Serhildana Agiriyê ya sêyem

Komara Tirkiyeyê destûr da ku hêzên xwe heta pişta Çiyayê Agiriyê yê Piçûk ku wê demê di nava sînorên Îranê de bû bibe. Bi vî awayî rêya Îranê ji bo serhildêran hat tevxistin. Paşê di navbera Komara Tirkiyeyê û Îranê de li ser sînorê her du dewletan, rêkeftin û pevguherînek hat çêkirin. Di vê rêkeftinê de, Tirkiyeyê bajarokê Kotura -Kotol-a Wanê da Îranê û Îranê jî Çiyayê Agiriyê yê Piçûk da Komara Tirkiyeyê.[7] Di 1ê tîrmeha 1930yî de ji aliyê Komara Tirkiyeyê dorgirtina Çiyayê Agiriyê hat xilaskirin û di 7ê îlona 1930yî de operasyona mezin hate destpêkirin. Vê operasyonê heta 25ê îlona 1930yî berdewam kir. Di 14ê îlona 1930yî de Îbrahîm Axa hate kuştin û Îhsan Nûrî Paşe jî çû Îranê.

Paşê di darizandina dadgeha Edeneyê, 34 kes bi cezayê darvekirnê mehkûm kirin. Di sala 1938'an de navê bajarê ku Qerekose bû, hate guhertin û bû Ağrı.

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Ayşe Hür, Taraf, Bu kaçıncı isyan, bu kaçıncı harekât? Girêdana arşîvê 2012-09-18 li ser Wayback Machine (23.12.2007)
  2. ^ Yusuf Mazhar, Cumhuriyet, 16 Temmuz 1930, ... Zilan harekatında imha edilenlerin sayısı 15.000 kadardır. Zilan Deresi ağzına kadar ceset dolmuştur...
  3. ^ Ahmet Kahraman, Kürt İsyanları: Tedip ve Tenkil, Evrensel Basım Yayın, ISBN 978-975-6525-48-7, s. 211., Karaköse, 14 (Özel muhabirimiz bildiriyor) ...
  4. ^ The conviction here is that the Turkish succcess near Ergish and Zilan were realy gained over a few armed men and a large percentage of non-combatants., Robin Leonard Bidwell, Kenneth Bourne, Donald Cameron Watt, Great Britain Foreign Office, British documents on foreign affairs: reports and papers from the foreign office confidential print. From the first to the second world war. Turkey, Iran, and the Middle-East, 1918-1939. The Turkish revival, 1921-1923, University Publications of America, 1997, ISBN 978-0-89093-603-0, s. 106.
  5. ^ Yashar Kemal, çev. Thilda Kemal (Serrero), The sea-crossed fisherman, Braziller, 1985, ISBN 978-0-8076-1122-7, p. 58, (Salih Pasha )......Every time one of his soldiers was killed by the Kurds, he'd go mad with rage and order the nearest Kurdish village to be set on fire and all its men shot. Şablon:En icon
  6. ^ [Türkiye Büyük Millet Meclisi, Genel Kurul Tutanağı 23. Dönem 4. Yasama Yılı 72. Birleşim, 11 Mart 2010, http://www.tbmm.gov.tr/develop/owa/tutanak_sd.birlesim_baslangic?P4=20599&P5=B&page1=24&page2=24&web_user_id=7922249[girêdan daimî miriye]]
  7. ^ Pirouz Mojtahed-Zadeh, Boundary Politics and International Boundaries of Iran: A Study of the Origin, Evolution, and Implications of the Boundaries of Modern Iran with Its 15 Neighbors in the Middle East, the Persian Gulf, the Caucasus, the Caspian Sea, Central Asia, and West Asia by a Number of Renowned Experts in the Field, Universal-Publishers, 2007, ISBN 978-1-58112-933-5, p. 142.

Bîblîografî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Emin Karaca, Ağrı eteklerinde isyan – Bir Kürt Ayaklanmasının Anatomisi, (ilk baskı: Alan Yayıncılık, 1991), Karakutu Yayınları, Eylül 2003, ISBN 975-8658-38-7
  • İhsan Nuri Paşa, Ağrı Dağı İsyanı, Med Yayıncık, 1992
  • Prens Sureyya Bedirhan, Kürt Davası ve Hoybun, Med Yayıncık, 1994
  • M.Kalman, Belge, tanık ve yaşayanlarıyla Ağrı Direnişi 1926-1930, Pêrî Yayınları, 1997, ISBN 975-8245-01-5
  • Rohat Alakom, Hoybûn örgütü ve Ağrı ayaklanması, Avesta, İstanbul, 1998, ISBN 975-7112-45-3
  • Kemal Süphandağ, Ağır direnişi ve Haydaranlılar, Fırat yayınları, 2001
  • Mustafa Balbal, Ararattaki Esir Generalden Kan Çiçekleri, Doz Yayınları, İstanbul, Ağustos 2002, ISBN 975-6876-32-8 (Salih Omurtak'ın Şeyh Zahir tarafından esir alınışını anlatan kitap)
  • Rohat Alakom, Bir Türk Subayının Ağrı Dağı İsyanı Anıları, Avesta, 2011

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]