Serhildana Agiriyê ya sêyem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Komara Tirkiyeyê destûr hilda ku hêzên xwe heta piştê Çiyayê Agiriyê ye Piçuk ku wê demê di nav sînorên Îranê de bû, bibe. Bi vî avayî rêya Îran ê ji bo serhildêran hat tevxistin. Paşe di navbera Komara Tirkiyeyê û Îran ê da li ser sînor rêkûpêkek hat çêkirin. Bajaroka Kotur a Wanê hat dayîna Îran ê û iyayê Agiriyê ye Piçuk ji aliyê Komara Tirkiyeyê hat hildan.[7] Di 1’ê tîrmeh a 1930 an da ji aliyê Komara Tirkiyeyê dorgirtina Çiyayê Agirî yê hat xilas kirin û di 7’ê Îlon a 1930 an da operasyona mezin hat dest pê kirin. Vê operasyonê heta 25’ê Îlon a 1930 an berdewam kir. Di 14’ê Îlon a 1930 an da Îbrahîm Axa hat kuştin û Îhsan Nûrî Paşa jî çu Îran ê.

Paşê di darizandina dadgeha Edene da 34 kes bi cezayê dardekirinê hat ceza kirin. Di sala 1938 an da navê bajarê ku Qerekose bû, hate guhertin û bû Agirî.

Herwiha binêre[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]